Kongra Star şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Kongra Star şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û got divê li hember êrişên qirkirinê yên li dijî jinan, xweparastin were xurtkirin. Kongra Star daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya qirkirina kurdan û jinan, hewl dide derbasî pêvajoyeke din bibe beriya hatina sedsaliya avabûne xwe.

Kongra Star şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî
11 cotmeh, 2022   13:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi boneya  salvegera 3yemîn a şehadeta Hevrîn Xelef daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 3’yemîn salvegera şehîdbûna Hevrîn Xelef em hemû şehîdên me yên pêşeng bi bîr tînin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hêrs şermezar dikin. Li dijî êrîşên qirker li hemberî jinên pêşeng em ê hêza parastinê bilind bikin, dagirker û dijminên jinan têk bibin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef yek ji pêşengên jin a şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di şexsê xwe de hemû nirx û pîvanên vê şoreşê temsîl dikir. Ji demokrasiyê bigire heya yekitiya gelan, ji edaletê bigire heya vîna xweser, Hevrîn Xelef wan pîvanan bi rastî jî pratîze dikir. Ji ber vê jî diçû ku derê bi germahî, ji dilî û dirustiya xwe li ser derdorê bandor dikir û dihat hezkirin. Berî her tişt wek jina Kurd a birêxistinî, hem xwe bi pêş dixist hem jî hêz dida jinan. Bi vî awayî bû pêşengeke vê şoreşê, bû pêşengeke jin.”

Hevrîn Xelef tevî hemû zor û zehmetiyan bi dilsozî erka xwe pêk dianî û bi keda xwe pêşketinên mezin ava kiriye. Hevrîn Xelef, ji ber ku jineke pêşeng ên vê şoreşê bû hat hedefgirtin. Dewleta Tirk a dagirker di zanebûna rola pêşeng a tevgera azadiya jinan de ye. Baş dizane ku hêza birêxistinî ya jinan dînamîka herî xurt a şoreşa sedsala 21’ê pêk tîne. Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di cewherê xwe de şoreşa jinan e û xwe dispêre hêza xweser a tevgera azadiya jinan. Ji ber vê jî ji bo tasfiyekirina şoreşa me û sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di nav berxwedanê tê avakirin, bi şêweyeke sîstematîk pêşengên jin dikuje. Dewleta Tirk dixwaze bi riya qirkirina jinan qirkirina Kurdan temam bike û wiha derbasî qonaxa komara 2’yemîn bibe. Bi vê armancê berê sala 2023’an ku wê bibe salvegera sedsaliya komarê û Hevpeymana Lozanê, giraniya xwe dide polîtîkayên qirkirinê.

Li hemberî vê rastî gelek girîng e ku em wek tevgera azadiya jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza xwe ya parastinê bilind bikin û nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker pêşengên me hedef bigire. Ji bo vê jî pêwîst e em xwe di aliyê xweparastinê de hin xurttir bikin, di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de pêşiya êrişan bigirin. Em baş dizanin ku tenê gelekî ku xwe li gorî rastiya şerê gelê şoreşgerî birêxistin kiriye dikare êrişên dijminê bide sekinandin. Heman rastî ji bo êrişên qirkirina jinan jî derbasdar e. Suîqesta dawî ya dewleta Tirk a faşîst li Başûrê Kurdistanê li dijî Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel jî vê rastiyê nîşan dide.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker hêza xweparastinê bilind bikin, di nav yekîneyên parastina jinan de cihê xwe bigirin. Em bi vê wesîleyê radigihînin ku wek Kongra Star ku hêza pêşeng a jinan li Rojava ye asta rêxistinbûyîn û xweparastina jinan bigihîjin asteke hin bilindtir da ku hemû êriş li ser Rêber Apo, jinên Kurd, gelê me û welatê bişkînin û faşîzmê têk bibin.

Bi vê bawerî em di serî de Hevrîn Xelef û Nagîhan Akarsel hemû şehîdên jin ên pêşeng bi bîr tînin û soza xwe ya tolhildanê bi riya têkbirina hêzên faşîst û dijminê jinan dubare dikin. Em dewleta Tirk a kujer, hevkarên wê û hêzên NATO’yê bi nefret şermezar dikin û dibêjin em ê tu car ji bîr nekin, em ê tu car efû nekin!”

ANHA