Koçberên Serêkaniyê dûrî warê xwe zivistaneke din pêşwaziya dikin

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, Gerînendetiya Kar û Barên Penaberan a Herêma Cizîrê dest bi pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên kampên Serêkaniyê kir. Koçberan jî destnîşan kir ku berxwedan rêya yekane ya vegera li warê wan e.

Koçberên Serêkaniyê dûrî warê xwe zivistaneke din pêşwaziya dikin
11 cotmeh, 2022   06:07
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Gerînendetiya Kar û Barên Penaberan a Herêma Cizîrê, ji bo sivikkirina bar û azarên koçberên li kampan, li gor derfetên heyî dest bi amadekariyan kir.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, artêşa Tirk a dagirker êrişeke hovane li dijî bajarê Serêkaniyê pêk anî, di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn, wê demê jî Rêveberiya Xweser kampên “Waşûkanî” û “Serêkaniyê” ava kir  da ku koçber tê de werin bicihkirin.

Bi hatina demsala zivistanê re, niştecihên her du kampan tevî derfetên kêm û paşguhkirina rêxistinên navneteweyî amadekariyan dikin. Koçberê bi navê Elî Tewîl ê ji niştecihên kampa Serêkaniyê diyar kir ku wan dest bi peydakirina xwarinê û pînekirina konên riziyayî kirine.

Tewîl wiha domand: “Dema em ji herêmên xwe bi darê zorê derketin me baş dizanîbû ku em ê di rewşên xerab re derbas bibin, lê belê heta em xaka xwe rizgar bikin em ê li hember van rewşan li ber xwe bidin. Hêviya me ya vegerê mezin e.”

'HEBÛNA DAGIRKERIYA TIRK VEGERA ME ASTENG DIKE’

Têkildarî rewşa Serêkaniyê, Tewîl wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirk hewl dide bi hemû awayan çanda herêmê tune bike û fîtneyê di navbera pêkhateyên wê de derxîne da ku ji hev dûr bikevin û civak têk biçe."

Koçbera bi navê Îda Semo jî wiha axivî: “Di aliyê xizmetguzariyê de pêwîstiyên me gelek in, wek sererastkirina konan û çêkirina rêyên hundirê kampê.”

Îda Semo diyar kir ku tevî ku rêyên di navbera konan de bi xîzê hatine sererastkirin jî, lê ji ber rewşên hewayî û tevgera welatiyan dîsa ew xîz belav bûn û rewşa rêyan xirab bû.

Îda Semo ev tişt anî ziman: "Daxwaza me ya sereke em vegerin malên xwe piştî dagirker jê derkevin. Çima civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bêdengiya xwe dernakeve?"

Koçberê bi navê Şêx Salih Şêx Mihemed bicihkirina çeteyên dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk îdia dike ku ew ê herêmê radestî niştecihên wê yên resen bike, lê belê koçberên di kampan de niştecihên resen bi xwe ne.”

Mihemed destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk guhertina demografiya ya herêmê ye û got: “Tevî rewşa zehmet heta rizgarkirina herêmên xwe em ê li kampan li ber xwe bidin.”

Der barê amadekariyên Gerînendetiya Kar û Barên Penaberan a Herêma Cizîrê yên li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî de, hevserokê gerînendetiyê  Feyruşah Remedan diyar kir ku ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan ew bi rêxistinên mirovî re têkildar in.

Remedan wiha lê zêde kir: “Rêveberiya Xweser ji bo nûkirina konan, belavkirina sobe û mazotê û cilên zivistanê, bi meclisên herdu kampan re koordîneyê dike.”

Remedan da zanîn ku amadekariyên wan berfireh in, hem di aliyê peydakirina xwarinê hem jî ya derman û hemû pêdiviyên din ên koçberan de û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her çiqas dagirkeriya Tirk êrişan li dijî herêmê pêk bîne jî, her em ê ji gel re bibin pir û alîkariya wî bikin.”

 

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyan a herdu kampan Riyad Mirî da zanîn ku di kampa Serêkaniyê de 14 hezar û 548 kes û di kampa Waşûkanî jî 16 hezar kes hene.

Hevserokê Gerînendetiya Kar û Barên Penaberan a Herêma Cizîrê Feyruşah Remedan bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî nexasim Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku alîkariya koçberên Serêkaniyê bikin û dagirkeriya Tirk ji herêmê derxin, da ku niştecihên resen vegerin warê xwe.

(mh)

ANHA