​​​​​​​Baregehên artêşa Tirk; cihê rijandina xwîna koçberên Efrînê li Şehba û Şêrawayê

Ajansa me hejmara baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker şopandin ku piştî dagirkirina herêmê ava kirin. Ev baregeh li ser kavilên malên şêniyên gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê yên kantona Efrînê ya dagirkirî hatine avakirin. Ji wan baregehan jî koçberên Efrînê yên li gundên Şêrawa û Şehbayê dikin hedef.

​​​​​​​Baregehên artêşa Tirk; cihê rijandina xwîna koçberên Efrînê li Şehba û Şêrawayê
​​​​​​​Baregehên artêşa Tirk; cihê rijandina xwîna koçberên Efrînê li Şehba û Şêrawayê
​​​​​​​Baregehên artêşa Tirk; cihê rijandina xwîna koçberên Efrînê li Şehba û Şêrawayê
​​​​​​​Baregehên artêşa Tirk; cihê rijandina xwîna koçberên Efrînê li Şehba û Şêrawayê
11 cotmeh, 2022   01:49
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di Adara 2018’an de kantona Efrînê dagir kir, sûc û binpêkirinên xwe li dijî şêniyên resen ên ku di malên xwe de mane, didomîne. Her wiha bi darê zorê wan şêniyan koçberî gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û kantona Şehbayê dike.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa me re eşkere kirin ku artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 baregehên leşkerî li ser kavilên malên şêniyên gundên nêzî eniyên şer li gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê yên başûr û başûrê rojavayê navenda bajarê Efrînê ava kirine.

Baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li gundên, Basûfan, Kebaşîn, Kîmar, Dêr Mişmiş, Cebel El Ehlam, Basûta, Basila, Cilbirê yên navçeya Şîrawa ne. Bargehên navçeya Şerayê jî li gundên Anab, Meryemîn, Kobale, Xalta û Mersikê ne.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, li van baregeh nûtirîn teknolojî û çekên giran û navîn hene, ji wan; top, topavêjên hewanên giran û navîn ên 120 mm, 160 mm, tank, panzêrên bi çekên sivik û doşka BKC, fuze, kamerayên çavdêriyê û amûrên şopandinê.

Çavkaniyan diyar kir ku hejmara leşkerên artêşa Tirk a dagirker di her baregehekê de zêdetirî 25’an e û di tunêlên hundirê baregehê de ku bi mal û gundên ser bi wê baregehê ve girêdayîne, bi cih bûne.

Ji van baregehan, gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê rojane tên topbarankirin.

Ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve, artêşa Tirk a dagirker li Şehba û Şêrawayê 4 komkujî li dijî koçberên Efrînê pêk anîne û di encamê de 20 welatî ku piraniya wan zarokên bûn, bûn qurbanî.

Kameraya ajansa me, baregehên leşkerî yên li gundê Cilbirê, Basila û Kîmar ên Şêrawa şopandin. Ev baregeh li ser kavilên malên şêniyên ku hatine koçberkirin, hatine avakirin.

Dagirkeriya Tirk di van demên dawî de li gundên ku baregehên leşkerî lê ava kirine, avahiyên mêtîngeriyê ava dike da ku koçberên Sûriyê bi cih bike û wan wekî mertal ji bo parastina van baregehên ji êrişên muhtemel bi kar bînin.

Her wiha dagirerkiya Tirk rê nade şêniyên resen ên gundên Şera û Şêrawayê ku derbasî yan jî nêzî gundên xwe yên nêzî eniyên şer bibin ku piştî wêrankirina piraniya xaniyên wan gundan, ew veguherandine navendên leşkerî.

Wêneyên ku hatine bidestxistine, dîwarê ku dagirekeran ji gundê Kîmar heta gundê Cilbirê lê kiriye, nîşan dide ku bi rêya wî gundên navçeya Şîrawa ji Efrînê tên veqetandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 50 baregehên leşkerî li Efrînê dagirkirî ava kirine. Bi vêyekê hewl dide dagirkeriya xwe xurt bike û di pêşerojê de van herêman tev li Tirkiyê bike.

(hs)

ANHA