Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Hesekê Hevrîn Xelef di salvegera sêyemîn a şehadeta wê de bi merasimekê bi bîr anî.

Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin
Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin
Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin
Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin
Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin
Ji bo şehîd Hevrîn Xelef merasima bîranînê hat lidarxistin
10 cotmeh, 2022   13:00
 HESEKÊ

Serkertera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê xwe Ferhad Remedan di 12`ê Cotmeha 2019`an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hat şehîdxistin.

Di salvegera sêyemîn a şehadeta Hevrîn de, Partiya Sûriya Pêşerojê li pêş navenda xwe ya li Taxa Nasira ya Hesekê merasima bîranînê li dar xist.

Di bin konê merasimê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan hatin daliqandin.

Bi dehan endamên Kongra Star, Partiya Sûriya Pêşerojê, TEV-DEM`ê û saziyên Rêveberiya Xewser ên li kantonê û navçeyên wê beşdarî merasimê bûn.

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih Zewbe axivî û behsa têkoşîna şehîd Hevrîn kir û wiha got: “Şehîd Hevrîn têkoşer bû û heta dema şehadeta xwe ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk kar kir.”

Endama Kongra Star Cûmana Ubêd jî got: “Şehîd Hevrîn girîngiyeke mezin da doza jinan û xwest ku jin jiyaneke ewle dûrî zilm û zordestiyê bijîn.”

Cûmana hemû şehîdên ku di oxira bidestxistina azadiya jinan de xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Merasim bi dirûşmeya silavkirina têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA