Li Başûrê Kurdistanê du rojnamevan hatin binçavkirin

Sendîkaya Rojnamevanan û Lijneya Mafên Mirovan ya parlamentoya herêmê Başûrê Kurdistanê serdana rojnamevanên hatine binçavkirin kirin û gotin; “Li ser giliyê Wezîrê Darayî û saziya Dije Terorê hatine binçavkirin, binçavkirina wan berevajiyê yasaya rojnamevaniyê ye.”

Li Başûrê Kurdistanê du rojnamevan hatin binçavkirin
10 cotmeh, 2022   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî du rojnamevanên Saziya Medya Biwar hatin binçavkirin, Sendîkaya Rojnamevanan ya herêma Başûrê Kurdistan û Lijneya Mafên Mirovan ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê serdana rojnamevanên dibin çavan de kirin û piştre jî daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanan Karwan Enwer axivî û got; “Rojnamevan Îbrahîm Elî û Sertîp Weysî, li ser karên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin. Her du jî li ser dosyayên xwe ku berê belavkirine, hatine binçavkirin. Heya niha nayê zanîn bi çi madeyê hatine binçavkirin, lê li gorî yasaya cezayê ya Iraqê me serdana rojnamevanan kir û me karî em wan bibînin. Lê heya niha îfadeya wan nehatiye wergirtin.”

Karwan Enwer diyar kir ku binçavkirina rojnamevanan berevajiyê yasayê ye. Rêvebera Lijneya Kar û Barê Civakî û Parastina Mafên Mirovan ya li parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê Bedriye Îsmaîl jî axivî û got; “Rewşa wan baş e, tenê pêwîstiya wan bi azadkirinê heye. Her du rojnamevan ji aliyê saziya Dije Teror û li ser giliyê Wezîrê Darayî yê Hikumeta Herêmê hatine binçavkirin. Lê pêwîst nedikir bi vî awayî hatiban binçavkirin.”

Hêjayî gotinê ye duh bi şev rojnamevan Sertîp Qeşqeyî û Îbrahîm Elî li ser rêya di navbera Koye û Silêmaniyê de hatibûn binçavkirin.