Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke girseyê li Minbicê hat şermezarkirin.

Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Pêkhateyên Minbicê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
10 cotmeh, 2022   12:44
MINBIC

Bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişkînin", bi hezaran şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkes daketin qadan û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji çerxerêya Karkerên Paqijiyê dest pê kir û li qada giştî ya naverasta bajar veguherî mîtingê.

Li vir endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Zekî Hesen Hesen axivî û got, hêzên kapîtaîst û amperyalîst ji ramanê Ocalan ditirsin, lewra komplo li dijî wî pêkanîn û zextên herî giran li ser wî dikin da ku wî ji qada şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn derxînin.

Zekî Hesen anî ziman ku ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarê wê Cûma Heyder got: " Em li vir kom bûne da ku komploya navneteweyî ya ku dewletên amperyalîst û kapîtaîst a cîhanê pêk bînîne şermezar bikin. Ev hêzên li dijî azadiyê bê westandin kar dikin da ku dengê heqîqet û azadiyê bisekinin. Em ê li qadan bin û têkoşînê xurt bikin heta ku rêbertî azad bibe."

Her wiha endama rêveber a Kombûna Zenbûya ya bajarê Minbicê Ruweyda Hinêdil komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir û destnîşan kir ku komplo kesayeta rêbertî yê xwediyê fikrê neteweya demokratîkir ê ku hemû pergal û dewletên kapîtalîst jê ditirsin, hedef girt.

Mîting bi diruşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA