Çavkaniyên herêmî: Li Girê Spî serçeteyekî DAIŞ`ê hat kuştin

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku li gundewarên kantonê serçeteyekî DAIŞ`ê hatiye kuştin.

Çavkaniyên herêmî: Li Girê Spî serçeteyekî DAIŞ`ê hat kuştin
10 cotmeh, 2022   12:43
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, serçeteyê hatiye kuştin, bi navê Mistefa El Erdûde ye û dema li nêzî bajarokê Hemam Tirkmen ê girêdayî Girê Spî li ser motorsîklêtê bû, di êrişa balafireke bêmirov a biçek de hatiye kuştin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî dagir kir, bi sedan çeteyên DAIŞ`ê yên piştî têkçûna wan li Baxozê di 2019`an de reviyabûn Tirkiyê, anîn û li kantonê bi cih kirin.

ANHA