​​​​​​​Li Îranê di 10 mehan de herî kêm 428 kes hatine darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li gorî sala borî rêjeya darvekirinan li Îranê ji sedî 89 zêdetir bûye û eşkere kir ku ji serê îsal de li Îranê herî kêm 428 kes ku 2 jê zarok û 12 jê jin in, ji girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine darvekirin.

​​​​​​​Li Îranê di 10 mehan de herî kêm 428 kes hatine darvekirin
10 cotmeh, 2022   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê de, Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê bilançoya 10 mehên borî ya kesên li Îranê hatine darvekirin eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê rêjeya îsal li gorî sala borî jimara kesên ku hatine darvekirin, sedan 89 zêde kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Jimara darvekirina girtiyan li bajarên Îranê di rêjeyek zêde de bilind bûye. Li gorî bîlançoyên ku hatîn bi destxistin ji destpêka sala 2022’yan ve herî kêm 428 kes ku 2 jê zarok û 12 jê jin bûn ji girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine darvekirin. Çavkaniyek fermî û medyaya navxweyî ya Îranê di nava vê demê de tenê sêdaredana 52 kesan ragihandiye. 376 kesên din jî ji çavkaniyên herêmî yên pê bawer û parêzvanên Mafên Mirovan, rêxistina me bilançoyan de qeyd kirine.”

Rêxistinê da zanîn ku hejmara kesên ji serê sala 2022’yan ve hatine darvekirin, li gorî sala borî bi qasî sedî 89 zêde bûye. Sala borî 226 kes hatibûn darvekirin.

Hejmara kesên Beluç ku ji serê salê ve hatine darvekirin, bi awayek berçav zêde bûye. Tê gotin 121 kes di nava van deh mehane de hatine darvekirin, yanî ji sedî 35’ê vê hejmarê Beluç bûn.

Îran yek ji wan welatane ku cezayê darvekirinê li ser zarokanên temenê wan dibin 18 salî de pêktîneye. L gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ji serê sala 2022’yan ve herî kêm 2 zarok ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê di 10 mehên sala 2022’an de 12 jin li girtîgehên cûda yên Îranê hatine darvekirin. 11 ji wan bi sucê kuştinên bi qest cezayê darvekirinê li wan hat birîn û yek jî bi sucê peywendiya wê bi madeyên hişber re hebû, hate darvekirin.

Di sala 2002’yan de Hevpeymana Cîhanî ya Dijî Cezayê Darvekirinê, roja 10’ê Cotmehê weke roja cîhanî ya têkoşîna dijî cezayê darvekirinê destnîşankir.