Dîwana Edaleta Civakî: Îmralî bûye kozikeke reş a derveyî qanûnê

Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê bi daxuyaniyekê tecrîda ku 24 sal e li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam dike, şermezar kir û destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê bûye kozikeke reş ku tê de hikumên neqanûnî tên ferzkirin.

Dîwana Edaleta Civakî: Îmralî bûye kozikeke reş a derveyî qanûnê
10 cotmeh, 2022   09:50
TEBQA

Endamên Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê dîwanê Mutez Sûdan li pêş navenda wan a li rojavayê bajarê Tebqayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî hemû peymanên mafên mirovan, tecrîd îşkenceyeke sîstematîk û sûcekî dermirovahî ye û wiha dewam kir: “Lihevkirinên NY`yê yên pêşîgirtina îşkenceyê, hemû dewlet tev lê bûne ku kesek rastî îşkenceyê yan dan û standina xirab neyê û ji bo rêgirtina li îşkenceyê hemû tedbîrên rêveberî û zagonî bên girtin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku girtîgeha Îmraliyê bûye kozikeke reş ku tê de hikumên ji derveyî çavdêriya qanûnê tên ferzkirin, parêzer ji mafê xwegihandina dozen qanûnî tên bêparhiştin û 'cezayên dîspilînê' tên ferzkirin û hevdîtina bi girtiyan re tê qedexekirin.

Dîwana Edaleta Civakî bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kir ku raporekê li ser dîtinên xwe li Îmraliyê pêşkêş bike piştî ku di Îlona borî de serdan kiribû û binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehê ji aliyê dewleta Tirk ve teşhîr bike.

Her wiha bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî hatkirin ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin û wî serbest berdin.

ANHA