​​​​​​​Êrişên dagirkeran zêde dibin: Zêdetirî 25 gund tên topbarankirin

Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Eyn Îsayê û gundewarên kantona Girê Spî bi dijwarî topbaran dikin. Heta niha zêdetirî 25 gund tên topbarankirin.

​​​​​​​Êrişên dagirkeran zêde dibin: Zêdetirî 25 gund tên topbarankirin
10 cotmeh, 2022   09:27
EYN ÎSA –CUMA MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh saet di 16:00ʹan de dest bi topbarankirina Eyn Îsa û gundewarên li rojavayê Girê Spî kir.

Dagirekran navenda navçeya Eyn Îsayê û derdora rêya M4 topbaran kirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku li ser rêya M4 top li nêzî erebe û kamyonan ketine.

Ji ber topbarana bi moşek, topên hewanê û tankan ziyanên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan. Her wiha beşek ji mizgefta gundê Fatsa yê navçeyê hilweşiya.

Gundên ku ji duh ve têne topbarankirin ev in; Cedîda yê li rojavayê Eyn Îsayê, Mişêrfê yê li rojhilatê navçeyê, Seramid, Fatsa, derdora navenda navçeyê, Hiwêca, Um Beramîl, Xazilî, Zenûbiya, Xirbet Beqer û derdora şîrketa Kobanê ya çîmentoyê.

Ji duh ve zêdetirî 25 gund hatin topbarankirin. Heta vê kêliyê topbarana li ser gundê Fatsa dewam dike.

Hemwextî êrişên li ser Eyn Îsayê, li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, duh gundên Bozkîc û Ewn Dadat êm li bakurê Minbicê bi 19 topan hatin topbarankirin. Her wiha gundê Kawkilî yê rizgarkirî yê dikeve rojavayê bajarê Babê bi obîsan hat topbarankirin.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, vê sibehê gundên Dirdarê yê bakurê navenda navçeya Til Temirê û  Um El Kêfê yê rojavayê navçeyê bi çekên giran topbarankirin. Hemwextî êrişên duh ên li ser Eyn Îsayê, gundên Bobî, Esediyê, Dada Ebdal ên navçeya Zirganê jî hatin topbarankirin.

ANHA