Dagirkeran li Eyn Îsayê gelek mal û mizgeftek wêran kirin

Di salvegera 3ʹyan a destpêkirina êrişên dagirkirinê yên li ser Girê Spî de, artêşa Tirk a dagirker duh gundê Fatsa yê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir, gelek mal û mizgefta gund hilweşandin.

Dagirkeran li Eyn Îsayê gelek mal û mizgeftek wêran kirin
10 cotmeh, 2022   08:52
EYN ÎSA

Duh di salvegera 3ʹyemîn a êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên li rojavayê bajarê Girê Spî û gundewarên wê yên rojava, rojhilat û navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Hêzên dagirker xeta kehrebeyê kir hedef, di encamê de kehrebe li ser navenda navçeyê û bajarokê Hîsê yê rojhilatê navçeyê qut bû. Her wiha li gundê Fatsa yê 15 km dikeve rojhilatê navenda navçeyê, gelek malên welatiyan wêran bûn û beşek ji mizgefta gund hilweşiya.

Topbarana bi çekên giran ji duh ve li ser gundên rojava û rojhilat yên navçeyê dewam dike.

ANHA