Koçberên Girê Spî: Armanca dagirkeriya Tirk tunekirina nasnameya me ye

Koçberên Kampa Girê Spî di 3'yemîn salvegera dagirkirina kantona xwe de, daxuyaniyek da.  Koçberan tekez kir ku ew li dijî siyaseta qirêjî ya dagirkeriyê ne ku hewl dide nasnameya wan ji holê rake. Her wiha tekezî li ser xebatên ji bo vegera ewle ya li kantona xwe kir.

Koçberên Girê Spî: Armanca dagirkeriya Tirk tunekirina nasnameya me ye
9 cotmeh, 2022   12:21
EYN ÎSA

Îro li qada Kampa Koçberên Girê Spî bi amadebûna bi dehan koçberan, daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên kampê Elî El Ebo ve hate xwendin. 

Di destpêka daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a 9’ê Cotmeha 2019’an a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina Girê Spî û koçberkirina welatiyan hate bibîrxistin.

Daxuyanî wiha ye:

"Koçber bi hemû pêkhateyên xwe ve, li hemberî dagirkerî û planên serweriya li ser axa Sûriyê di nav de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ku ji aliyê serokê faşîzmê Erdogan ve hatiye plankirin, li ber xwe didin.

Di encama bêdengiya civata navneteweyî ya li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk a li dijî welatên cîran, bêdengiya wê ya li hember siyasetên wê yên xerab ku ji bo cîbicîkirina wê li herêmên dagirkirî kar dike, ji tirkkirin, guhertina demografîk û belavkirina tundrewiyê ji bo cihêkirina wê ji welatê dayikê û ji tunekirina nasname û hebûna wê, dagirkirina xaka Sûriyê pêk hat.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê dikin ku li dijî polîtîkayên dagirkeriya Tirk a li ser axa me bisekinin û piştî derxistina dagirkeriyê ji bo vegereke ewle ji gund û bajarên me misoger bike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku kantona Girê Spî û qadeke berfireh a gundewarên wê dagir kirin, zêdeyî 100 hezar şêniyên wê dan koçberkirin û dest danîn ser mal û milkên wan.

(hs)

ANHA