Rêveberiya Xweser: Em ê têkoşînê xurt bikin heta ku herêmên dagirkirî rizgar bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ligel hebûna dagirkeriya Tirk aloziya Sûriyê çareser nabe û got: "Em ê têkoşîna xwe di hemû qadan de xurt bikin heta ku herêmên dagirkirî ji terora Tirk û komên çete rizgar bikin.ʹʹ

Rêveberiya Xweser: Em ê têkoşînê xurt bikin heta ku herêmên dagirkirî rizgar bikin
9 cotmeh, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvgera êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê têkoşîna li dijî terorê lawaz dike û derfetên dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re kêm dike. Her wiha bang li civata navneteweyî û dewletên garantor kir ku berpirsyariyên xwe yên exalqî û qanûnî bi cih bînin, dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi dawî bikin û garantiya vegera ewle ya koçberan bide.

ʹʹHewldanên dewleta Tirk, destwerdan û dagirkeriya wê ya li herêmên erdîngariya Sûriyê ji civakên navneteweyî, herêmî û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê re eşkere ne. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk li gorî siyaseteke plankirî armanc dike ku herêm tirk bike da ku desthilata Osmanî vegerîne û Mîsaqî Millî vejîne. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya bazarên siyasî û leşkerî, bikaranîna komên terorîst û çeteyan di şer xwe yê li dijî gelan û pêkhateyan herêmê de hewl dide hewayên şerên navxweyî û etnîkî biafirîne û pêş bixîne ku mîna wê di dîrokê de kêm in. Heman demê hewl dide projeyên demokratîk ên bi armanca dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, têk bibe. Li ser vê yekê herêmên ji erdîngariya Sûriyê wekî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine ku îro 9ʹê Cotmehê salvegera 3ʹyemîn a dagirkirna wan e.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya komên terorîst ên çete yên ku gendelî, qetilkirin, çewisandin û xirabkirina binsazî û sembolên dîrokî polîtîkayeke eşkere pêk tîne da ku dîroka herêmê, çandên wê, pêkhate û etnîkên wê yên resen xirab bike. Vê siyasetê bi rêya koçberkirina bi sed hezaran û derbiderbkirina wan li kampên ku hêmanên sereke yên jiyanê lê kêm in, her wiha bi rêya bicihkirina kesên biyanî û malbatên çeteyên terorîst li bajar, bajarok û gundên dagirkirî bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne. Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê hewl dide wêneyeke herî xirab a guhertina demografîk pêk bîne û herêmê bike cihekî ewle ji bo komên terorîst ên ku di aliyê leşkerî û erdîngarî de li hemberî QSD û Koalîsyona Navneteweyî têk çûn.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 3ʹyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe di hemû qadan de xurt bikin heta ku herêmên dagirkirî ji terora Tir û komên çete rizgar bikin û sûcdarên berpirsên kirinên ku piraniya wan dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî werin muhasebekirin.

Êrişên rojane yên Tirkiyê yên bi rêya balafirên bê mirov ên bi çekê, bikaranîna hemû cûre çek li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyê, berdewama siyasetên dagirkirin û derxistina fitne û belavkirina tirsê li herêmê ye.

Ne ji nezelalbûna siyasetên navneteweyî, bi taybet ên DYAʹyê di dema Trump de bûye ev dagirkirî çênedibû. Ji ber ku siyaseteke durû dimeşand û bazirganiya siyasî ku rêgezên navneteweyî û pîvanên mirovî bin pêk dike, pêk dikanî. Di encamê de gel û pêkhateyên herêmê yên bi desteka Koalîsyona Navneteweyî şerê terorê dikin, berdêlên van siyasetan ji bo dema heyî û pêşerojê didin.

Em bang li civata navneteweyî, di serî de hêzên dewletên garantor ên Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî yên navneteweyî bi cih bînin, bi lez bikevin tevgerê, dawî li dagirkeriya Tirk bînin û tevahî nîşane û bandorên wê rakirin, her wiha helwesteke zelal li hemberî siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidin, garantiya vegera ewle ya dilxwaz a niştecihên resen li herêmên wan bidin. Heman demê em bang li hêzên nîştimanî û demokrat û tevahî gelê Sûriyê û civata navneteweyê dikin ku li gel dagirkeriya Tirk a li herêmên erdîngariya Sûriyê istiqrar li herêmê pêk nayê û aloziya Sûriyê çareser nabe. Dagirkeriya Tirk a li herêmê xebatên navneteweyî yên têkoşîna li dijî terora navneteweyî lawaz dike. Her wiha derfetên lêgerîna çareseriyên mayînde ji aloziya Sûriyê re tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê di xêzkirina wan de beşdar bin, kêm dike.ʹʹ