PYD`ê  li Şamê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Bi armanca nirxandina kar û xebatên xwe û danîna plansaziyekê PYD`ê li paytexta Sûriyê Şamê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist.

 PYD`ê  li Şamê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
8 cotmeh, 2022   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê Zakra Ehmed, perspektîvên giştî ya PYD`ê xwend

Paşê, berdevka têkiliyên PYD`ê Mihemed Îbiş rapora 6 salan a partiyê xwend û li ser hat nîqaşkirin.

Beşdaran rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, dozên girêdayî rewşa şêniyan û mekînazmeya dîtina çareseriya pirgirêkan nîqaş kirin.

Li ser esasê nîqaş û pêşinyaran, beşdaran di dawiya civînê de gelek biryar girtin.

(dm)

ANHA