Tevgerên jinan banga derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê kir

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha banga derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê kir.

Tevgerên jinan banga derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê kir
8 cotmeh, 2022   12:29
REQA

Bi dehan endamên  Partiya Sûriya Pêşerojê, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê û Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef a  li Reqayê kom bûn û têkildarî salvegera 3ʹyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyanî da.

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk rola xiraber di gûririna şer de list da ku planên xwe yên taybet pêk bîne û desthilata Osmanî nûjen bike. Her wiha hate gotin: "Destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê bi dagirkirina bajarên Bab, Cerablus û Ezazê re dest pê kir, piştra herêma Efrînê dagir kir da ku nasnameya wê ya kurdî îmha bike."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk  ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku 9ʹê Cotmeha 2019ʹan dest pê kirin û ev tişt  hatin diyarkirin: "  Dewleta Tirk a dagirker bi desteka komên çekdar ên çete yên girêdayî xwe di bin navê kaniya aştiyê de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di van êrişan de hemû cûre çekên pêşketî û yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne li dijî sivîlan bi kar anîn. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn, bi deh hezaran ji mal, bajar û gundên xwe koçberî kamp û bajarên derdorê hatin kirin. Armanca dewleta Tirk herêm ji niştecihên wê yên resen vala bibin, milkên giştî û tayet talan bike û guhertina demgorafîk pêk bîne."

ʹTIRKIYÊ PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE Û SÛCÊN ŞER PÊ TÎNEʹ

Di daxuyaniyê de îşaret bi peymanên agirbestê hate kirin û wiha hate domandin: "Tevî ku dewleta Tirk a dagirker du peymanên agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, lê êrişên xwe li ser bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Til Temir, Eyn Îsa û yên din didomîne da ku tirsê bixe nav sivîlan, herêmê vala bike û bi hedefkirina navendên av û kehrebeyê binsaziya herêmê têk bibe. Di encama van kiryaran de bi hezaran sivîl li Hesekê û derdora wê ji ava vexwarinê bê par in ku dewleta Tirk avê wekî çeka şer bi kar tîne. Ev kirin hemû li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne û sûcekî şer û sûcekî li dijî mirovahiyê ne."

Di daxuyaniya Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku dewleta Tirk nîşaneyên olî, çandî û dîrokî yên herêmê dike hedef, herî dawî bi navê vegera dilxwaz  projeya bicihkirinê derxist ku milyon penaberên ji malbatên komên çekdar li herêmê bi cih bike û di encamê de demografiyaya wan biguherîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc dewleta Tirk ji sûc, binpêkirin û dagirkirina xaka Sûriyê bi hincetên ne di cih de, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û têkbirina jiyana hevbeş û biratiaya gelan a di navbera gelên herêmê de ye. Her wiha hate gotin ku armanca dewleta Tirk ew e ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku gelên herêmê ava kiriye  têk bibe ku ya herî serkeftî li erdîngariya Sûriyê ye.

Her wiha di daxuyaniyê îşaret bi êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefkirina sivîl, fermandar û kesayetên navdar û jinên pêşeng  hate kirin û ev tişt hate gotin: "Bi van êrişan dixwaze îradeya jinan bişkînin.  Jinên pêşeng û fermandar serkeftin û destkeftî pêk anîn ku cîhan matmayî hişt, her wiha derseke têkoşîn û berxwedanê dan. Jinan soz dan xwe ku civakê bi rêve bibe  û jiyanê ber bi azadî, aştî û wekheviyê ve bibin. Jinan rêxistina herî terorîst a DAIŞʹê têk bir."

BANGA HEVGIRTINÊ

Di daxuyaniyê de şehîdên azadiyê hatin bi bîranîn û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, bi taybet sûcên li dijî jinan hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin. Her wiha bang li aliyên têkilar ên kar û barên Sûriyê û dewletên garantorên agirbestê hatin kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê derxînin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên Sûriyê kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wê yên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî hevgirtî bin û asta têkoşînê xurt bikin.

ANHA