Çalakvanên li Hesekê: Hedefgirtina jinan sîstematîk e  

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê da zanîn ku hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedefgirtineke sîstematîk e, armanc jê têkbirina vîna jinan e. Her wiha bang li jinên li seranserî cîhanê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û banga mafên xwe û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Çalakvanên li Hesekê: Hedefgirtina jinan sîstematîk e  
7 cotmeh, 2022   07:43
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Hêzên dijberî jinan û doza wan, bi armanca têkbirina hêzên bedenî, hişmendî û derûnî yên jinan, hedefgirtina çalakvanên jin, yên di qadên civakî, siyasî, rêveberî û aborî de kar dikin, didomînin. Her wiha nahêlin banga mafên xwe bikin û rola xwe ya rastîn di parastina ewlehî û aştiyê de bilîzin.

Çalakvan û akademisyen Nagîhan Akarserl di 4`ê Cotmehê de bi êrişeke çekdarî li pêşiya mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat hedefgirtin, di encamê de şehîd bû.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin li dijî vê êrişê, êrişên dagirkeriya Tirk û hêzên dijber ên li dijî têkoşîna jinên azad rabûn ser pêyan.

Der barê çalakiya konvedanê de ku Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan di 5`ê Cotmehê de ji bo şermezarkirina hedefgirtina siyasetmedarên jin li dar xistiye, beşdarên çalakiyê nêrînên xwe parve kirin.

Endama Kongra Star a Hesekê Koçer Hisên hemû şehîdên azadiyê bi taybet jinan ên di vê dawiyê de bi destê dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, bi bîr anîn û got: “Asta êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê roj bi roj zêdetir dibin. Di radeya yekemîn de jinan dike hedef da ku vîna jinên azad têk bibe.”

Koçer Hisên wiha domand: “Em çiqas şehîdan bidin jî, lê vîn û îsrara me naşike, ji ber dara azadiyê bi keda şehîdan hatiye gihandin. Em ê li hember van êrişên li ser herêm û gelên me bê deng nemînin. Lê belê dê têkoşîna xwe li seranserî Kurdistanê û li qadên azadiyê, ji bo jiyana birûmet û demokratîk berdwam bikin.”

Koçber bang li hemû gelên cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina jinan derkevin, ji ber jin jiyan e û nabe were kuştin.

Endama rêveber a Komîteya Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Elî destnîşan kir ku hedefgirtina jinan li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, hedefgirtineke sîstematîk e û ji bo şikandina vîna jinan e.

Fatme Elî wiha got: “Dagirkeriya Tirk bi rêya hedefgirtina jinan, rêgezên rêber Abdullah Ocalan dike armanc. Her wiha di heman demê de hewl dide xofê di dilê jinan de biçîne. Lê bila dagirkeriya Tirk bizane ku em ji çekên wê natirsin û her çiqas jinan bike hedef, têkoşîna me dê berdewam bike.”

Fatme Elî bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên jinan ên cîhanê kir ku pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelên herêmê bigirin û wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide me qir bike û projeya me ya demokratîk tune bike."

Endama rêveber a Kongra Star a herêma Hesekê, Dehîla Izedîn Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike vîna jinan lawaz bike û hebûna wan tune bike, felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku banga azadiya jinan dike, têk bibe û wiha pê de çû: “Lê jin bi hêz in û êrişên dagirkeriya Tirk wan lawaz nakin.”

Dehîla Ehmed di dawiyê de bang li jinên li cîhanê û Kurdistanê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin, daxwaza mafên xwe yên rewa û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin û got: “Azadiya rêber Ocalan azadiya jinan e.”

(şx)

ANHA