Dagirkeran gundewarê Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şevan din gundewarê Eyn Îsayê û Girê Spî bi çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Dagirkeran gundewarê Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran kir
7 cotmeh, 2022   07:41
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku gundên Dibis û Ebû Neytûne yên rojavayê Eyn Îsayê û gundê Mişêrfê yê rojhilatê navçeyê, her wiha şîrketa çemento ya Fransayê ya li rojavayê bajarê Girê Spî şeva din bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine topbarankirin. Topbaranê heta saetên sibehê dewam kir û tevgera balafirên keşfê li asîmanê her du herêman nesekinî.

Balafireke bêmirov a biçek a girêdayî artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Xaniyê yê rojavayê Girê Spî topbaran kiribû, di encamê de zirarên madî di milên welatiyan de derketin.

ANHA