Lihevkirina Edene, çarçoveya wê ya dîrokî û xetereya wê mijara semînerekê bû

Malbanda Helebê ya Rewşenbîrî der barê nasandina sedem û encamên lihevkirineke muhtemel di navbera Şam û Enqereyê de semînerek bi navnîşana ʹʹLihevkirina Edeneyêʹʹ da.

Lihevkirina Edene, çarçoveya wê ya dîrokî û xetereya wê mijara semînerekê bû
6 cotmeh, 2022   16:02
HELEB

Bi armanca naskirina sedemên lihevkirina Edene, girêdana wê bi Mîsaqî Millî re, xetereya wê li ser Rojhilata Navîn, Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî, semînerek li navenda çalakiyan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê da.

Hevserokê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat semîner birêve bir. Nûnerê partiyan, saziyên sivîl û perwerdeyê, gelek rewşenbîr ji Helebê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de mijarên çarçoveya dîrokî, sedemên nakokiyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de şert û mercên îmzekirina lihevkirina Endene, navaroka wê, rola Rûsya ya çalak di vejandina lihevkirinê de di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, nepanî, neeşkerekirina navaroka lihevkirinê di resmiyetê de, hatin nirxandin.

BAŞKIRINA TÊKILIYÊN ENQERE Û ŞAMÊ

Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinan li Tirkiyê re, behsa başkirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re hat kirin û bi desteka Rûsyayê serdanên serokê îstîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan û hevdîtinên wî bi serokê îstîxbarata hikumeta Şamê Elî Memlûk re zêde bûn.

LIHEVKIRIN PIŞTÎ GEFÊN DAGIRKIRINÊ HAT ÇÊKIRIN

Der bar çarçoveya dîrokî ya Lihevkirina Edeneyê de Ehmed destnîşan kir ku gelek sedemên wê hene, jê av, sînor, dagirkirina Lîwa Îskenderon, NATO, bermahiyên hevbendiya Warso, cudabûna siyasetan û hevsengiyên herêmî û doza kurd.

ROLA RÛSYA DI LIHEVKIRINÊ DE

Ehmed Bîrhat balkişand ser rola rola Rûsya di vejandina lihevkirinê kir û got: “Ew naxwaze Tirkiyê nêzî Amerîkayê bibe. Rêveberiya Xweser neçar bike ku şertên hikumeta Şamê qebûl bike û tawîzan bide û hikumeta Tirkiyê careke din bi desthilata El Esed îtîraf bike.”

NAVAROKA LIHEVKIRINÊ Û NEREWABÛNA WÊ

Ehmed Bîrhat bi rêya bîrixstina gelek xalên girîng behsa navaroka lihevkirinê kir jê, hevkariyeke tam di navbera Tirkiyê û Sûriyê de têkildarî sekna li hember PKK`ê heye. Nehêlin Sûriyê destekê bide partiyê, maf bidin Tirkiyê ku bi hiceta ewlehiya neteweyî, heta 5 kîlometreyan mudaxeleya Sûriyê bike, nakokiyên sînor ên di navbera her du welatan de qedandî bihesbînin, beyî ku daxwaz û mafên her du aliyan di axa hev du de tune bin yanî Lîwa Iskenderon.

Di dawiyê de beşdarên semînerê, spasiya malbendê kir ji ber ku ev mijar bi hurgulî nirxand û dengê xwe tev li malbendê kirin ku divê hikumeta Şamê vê lihevkirinê red bike ji ber ji bo Tirkiyê hicteke ji bo ku axa Sûriyê dagirk bike.

(şx)

ANHA