​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya li Hesekê ya li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û editor kovara Jineolojî Nagîhan Akarse bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû
6 cotmeh, 2022   15:47
HESEKÊ

Duh Akademiya Jinelojiyê bi koordîneya Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ji bo şermezarkirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê Nagîhan Akarsel çalakiya konvedanê li bajarê Hesekê dest pê kir.

Îro şandeyeke Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Meclisa Kantona Hesekê serdana çalakiya konvedanê kir.

Şande ji Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Paşo, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl,  hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah û cîgira hevseroketiya Meclisa Kantona Hesekê  Meha Şabo pêk dihat.

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Paşo di çalakiyê de axivî û wiha axivî: “Em îro herdu şehîdan Nagîhan Akarsel û Zeyneb Mihemed û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin ku ji bo pêkanîna armancên şoreşê canê xwe feda kir.”

Evîn Paşo soza meşa li ser şopa şehîdan heta pêkanîna jiyaneke azad û birûmet da.

Çalakiya konvedanê bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê  Lîlav Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina hedefgirtina jinan dê îro bi dawî bibe, lê belê têkoşîna li hember wan êrişan  wê didome.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi berxwedana şehîdên ku bûn çira û nimûne di Şoreşa Rojava de, ev şoreş wek Şoreşa Jinê hat naskirin, kes nikare îradeya jina azad têk bibe û rê li ber wê bigire.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember kiryarên dermirovî yên li dijî jinan hat şermezarkirin û hate gotin: "Em ê têkoşînê bidomînin heta ku dengê xwe bighînin tevahî cîhanê û êrişên li ser jinan werin rawestandin. Wê diruşmeya me Jin, Jiyan Azadî bimîne."

Çalakiya konvedanê bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(mh)

ANHA