​​​​​​​Şêniyên Çilaxayê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir

Şêniyên Çilaxayê bi xwepêşandanekê sûcê qetilkirina çalakger û akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û got ew ê têkoşîna li dijî zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê dewam bikin.

​​​​​​​Şêniyên Çilaxayê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxayê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxayê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir
6 cotmeh, 2022   12:39
QAMIŞLO

Xwepêşandanê li pêş Çerxerêya Delê ya bajêr ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û yên şermezarkirina siyasetên rejîmên hewl didin vîna jinan têk bibin, hatin berzkirin.

Li Qada Şehîd Mahsûm xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Kongra Star daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji hêla endamên Kongra Star Semer Hisên û Nezhe Sêfedîn ve hate xwendin.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Em Kongra Star a Çilaxa dengê xwe tev li şermezarkirinên sûcê hovane, derexlaqî û dermirovî yê li dijî çalakger û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistanê dikin, mîna Zeyneb Mihemed û Jîna Emînî.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku van kiryar û hedefgirtinên derexlaqî yên li dijî jinên têkoşer bi dawî bikin.

Em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiyê dewam bikin. Bila dijminên mirovahiyê bizanin ku ne sûîqastkirin ne jî hemleyên qirkirina jinên têkoşer û çalakger ên xwedî fikir û vîna azad me ji têkoşîna di oxira azadiyê de bi dûr naxin û çi zîhniyeteke faşîst nikare li pêş rêwîtiya me ya têkoşînê bibe bend."

(fr)

ANHA