Balafirên şer herêmên Pênciwên û Balekayetî bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Pênciwên û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li her herêman liv û tevgera balafiran heye.

Balafirên şer herêmên Pênciwên û Balekayetî bombebaran kirin
6 cotmeh, 2022   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rojnewsê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Pênciwên û Balekayetî bombebaran kirin û li ser van herdu herêman liv û tevgera balafiran berdewam dike.

Hat gotin ku balafiran 8 caran derdora gundê Bayne yê bajaroka Naparêz bombe kirine.

Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kunekutir ê Dola Baleyanî ya ser bi bajaroka Qesirê bombebaran kirin.

Fermandariya YRK’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li qadên Pênciwîn, Şarbajar û Çarta yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin, ti hêzên wan nîne.