QSD’ê îdiayên dagirkeriya Tirk ên şehîdxistina 16 şervanên wan derewandin

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 16 şervanên wan derewandin û got: "Ev îdiayên wan ne rast in."

QSD’ê îdiayên dagirkeriya Tirk ên şehîdxistina 16 şervanên wan derewandin
6 cotmeh, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya twîtterê daxuyaniyek li ser îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 16 şervanên QSD’ê da û wiha tê de hate gotin:

"Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 3 û 6’ê Cotmehê de daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her du rojan de 16 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in."

(fr)