Li gundên dagirkirî yên Til Temirê li ser parvekirina diziyan çete pev ketin

Duh êvarê ku li gundên dagirkirî yên bakurê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, li ser parvekirina milkên koçberan di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Li gundên dagirkirî yên Til Temirê li ser parvekirina diziyan çete pev ketin
6 cotmeh, 2022   12:15
 HESEKÊ

Çavkaniyekî ji şêniyên gundê Qasimiyê (ku ji tirsa revandinê nasnameya xwe eşkere nekir) got: “Derdora saet 01:00`ê piştî nîvê şevê, di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de bi çekên sivik û doçka şer derket û nêzî saetek nîvekê dirêj kir.”

Çavkanî da zanîn ku şer di navbera çeteyên “Sultan Mûrad” yên li gundê Qasimiyê Simaîliyê bi cih dibin û çeteyên “Hemzat” ên li gundê Reşîdiyê yê nêzî gundê Qasimiyê bi cih dibin de, derketiye. Çavkanî diyar kir ku şer li ser parvekirina milkên gundiyên koçber yên her du gundan derketiye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di dawiya 2019`an de, gundên navborî dagir kirin.

Heman çavkanî bi bîr xist ku di encama şerê çeteyan de ji her du aliyan kuştî çêbûne, lê belê ji ber tevgera zêde ya çeteyan û qedexeya derketinê li herêmên derdorê hejmara wan nehatiye zanîn.

ANHA