Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe re pêk bînin serlêdan kirin.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
6 cotmeh, 2022   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe Rêber Ocalan ku 18 mehin tu agahî jê nagirin serlêdan kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Saziya Înfazê ya Cezayê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran daxwaz dikin ku hefteyê du caran bi Rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Lê belê, serlêdanên ji bo hevdîtinan bi awayekî sîstematîk bêbersiv têne hiştin. Di hin rewşan de, bi mehan şûnde, weke hincet dayina cezayê dîsîplînê yê li ser rêber Ocalan, ji parêzeran re tê nîşandan.

Rêber Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hatiye qutkirin.

Parêzerên Rêber Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Ji wê demê ve hevdîtina parêzeran bi muwekîlên xwe re tê astengkirin.