Daîreya Têkiliyên Derve hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê kirin. Wezaretê spasiya Rêveberiya Xeser kir ku di biserxistina van erk û xebatên mirovî de, hevkariyê dike.

Daîreya Têkiliyên Derve hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kir
Daîreya Têkiliyên Derve hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kir
Daîreya Têkiliyên Derve hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kir
Daîreya Têkiliyên Derve hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kir
Daîreya Têkiliyên Derve hejmareke jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Almanyayê kir
6 cotmeh, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermi ya daîreyê, duh Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke ji Almanyayê pêşwazî kir. Şande bi serokatiya mudirê kar û barên qanûnî û konsolosxaneyê ya girêdayî Wezareta Derve ya Almanyayê Kurt Stokel Stilfried e.

Şande ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Daîreua Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El Giêt û endamê desteya rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm ve hatî pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Fener El Giêt ji ber piştevaniya îstiqrarkirina herêmê spasiya serokê şandeya almanî û Almanyeyê kir û kedên Almanyayê di dosyaya malbatên DAIŞ`ê yên li kampên Rêveberiya Xweser de, silav kir.

Kurt Stokel Stilfried jî ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser ji ber hevkariya wê spas kir û wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku em sardana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, serdanên me di çarçoveya erkên mirovî de ne, ku girêdayî vegerandina jin û zarokên hemwelatiyên Almanyayê û ji nûve xistina wan di nava civakê de tên kirin. Rêveberiya Xweser bi tenê nikare vê dosyaya bi girêk û xeternak çareser bike.”

Kurt Stokel Stilfried tekez kir ku Almanya li hember hemwelatiyên xwe pabendî erkên xwe yên mirovî ye, dê pêşkêşkirina piştgiriya mirovî bo herêmê bi rêya rêxistinên mirovî bidomîne, da ku barê Rêveberiya Xweser di vê dosyaya bi girêk de sivik bike. Her wiha destnîşan kir ku dosyaya terorê zehmet e û alîkarîdayîna Rêveberiya Xweser divê, ji ber ku bi tenê nikare vê dosyaya xeternak bi tenê çareser bike.”

Di dawiya hevdîtinê de, piştî ku protokolên radestkirinê îmze kirin, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmareke jin û zarokên ji malbatên DAIŞ`ê radestî hikumeta Almanyayê kir.

(cx)