SOHR: Hêzên Amerîka operasyoneke hewayî li herêmên hikumeta Şamê pêk anî

Hêzên Amerîka berbanga vê sibehê, operasyona hewayê li gunêd Melok Seray ê li başûrê Qamişlo ku li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, pêk anî, di encamê de kesek hate kuştin, malbata wî û malbateke din hate girtin û fermandarê navenda alîgirê ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê hate girtin.

SOHR: Hêzên Amerîka operasyoneke hewayî li herêmên hikumeta Şamê pêk anî
6 cotmeh, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku cara yekemîn e ku hêzên Amerîka operasyoneke hewayî di berbanga vê sibehê de li herêmên hikumeta Şamê pêk anî.

Operasyona hewayî li gundê Melok Seray ku 17 kîlo metre dikeve başûrê Qamişlo pêk hat.

Di operasyonê de leşkeran bi speakeran şêniyên gund agahdar kir ku bikevin malên xwe û çireyan vemirînin.

Di encama operasyonê de kesek hate kuştin, malbata wî û malbateke din hate girtin, her wiha fermandarê navenda alîgirê ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê hate girtin. Lê nayê zanîn ew kesê girêdayî hikumeta Şamê ku hatiye girtin ji hêla hêzên Amerîkayê ve dihat xwestin lê li hember operasyona hewayî li ber xwe da. operasyon saet di 4’an berbangê de bi dawî bû.

(fr)