Şêniyên herêma Firatê piştevaniya têkoşîna Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kir

Bi dirûşmeya “Dest nedin guliyên jinan, Vîna guliyên jinan sembola azadiyê ne” şêniyên herêma Firatê ji bo piştgirîdayîna xwepêşdanên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê, meşiyan.

Şêniyên herêma Firatê piştevaniya têkoşîna Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kir
5 cotmeh, 2022   12:03
KOBANÊ

Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ve hate organîzekirin û bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdarê bûn.

Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Egîd a li naverasta bajarê Kobanê dest pê kir. Tê de pankertên bi nivîsên “Bi pêşngiya jinan em ê zihniyeta desthilatdar têk bibin, Jin sembola azadiyê ne, bi çanda jinan em ê xayinan têk bibin” hatin bilindkirin û dirûşmeên “Azadî ji bo jinan” hat berzkirin.

Li Qada Jina Azad, endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed şehîd Arîn Mîrkan bi bîr anî û wiha axivî: “Wekî îro, şehîd Arîn Mîran di oxira aramî û ewlehiya me de canê xwe feda kir.”

Hebûn da zanîn ku îro ev destan li Rojhilatê Kurdistanê dubare dibin û bi pêşengiya jinan gel ji bêdengiya xwe derdikevin û li dijî hikumeta faşîst derdikevin.

Hebûn her wiha piştgiriya jinên ji Rojava bi jinên Rojhilat re nîşan da û tekez kir ku her şehîdek li Rojhilat, şehîdê Rojava ye jî û got: “Her jineke li wir ji bo azadiyê bang dike, em dengê xwe tev lê dikin.”

ANHA