Bi wêne; şopên topbarana hovane ya dewleta Tirk li ser navçeya Zirganê

Ji ber topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Zirganê ya kantona Hesekê ziyaneke mezin gihişt malên sivîlan.

5 cotmeh, 2022   11:02
HESEKÊ

Şeva din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çend gundên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran kir. Di encama topbarana hovane de ziyaneke mezin gihişt malên sivîlan.

Topbaran bi giranî li ser gundên El Esediyê û El Metmûra yên gundewarê bakurê navçeyê, El Mişêrfa û Xirbet Şiîr yên li aliyê başûr û El Şor û Xirbet El Dexîl li aliyê rojhilatê navçeya Zirganê pêk hat.

Di topbaranê de taxên başûr û taxên rojava yên li navenda navçeyê jî hatin hedefgirtin.

Di wêneyên ku nûçegihanê me ji herêmê kişandine de, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û wêraniya ji ber topbaranê derketiye holê.

(hs)

ANHA