Akademiya Jineolojî li Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN

Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî hedefgirtina jinên siyasetmedar li bajarê Hesekê heta konê çalakiyê veda. Çalakiya konvedanê dê 2 rojan dewam bike.

Akademiya Jineolojî li Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
5 cotmeh, 2022   09:40
HESEKÊ

Akademîsyen, çalakvan û edîtora Kovara Jineolojî û endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî li bajarê Silêmaniyê Nagîhan Akarsel bi êrişeke çekdarî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat qetilkirin. Ji bo şermezarkirina êrişê, Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê konê çalakiyê veda.

Kon li Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya Hesekê hat vedan. Di bin konê çalakiyê de wêneyên têkoşerên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên bêmirov hatine hedefgirtin, wêneyên hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed, wêneyên ciwana Kurd Jîna Emînî û wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel hatin daliqandin.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, dê çalakiya xwepêşandanê 2 rojan bidome. Tê payîn ku di roja yekemîn (5`ê Cotmehê) de Akademiya Jineolojî daxuyaniyekê bide her wiha şandeyên ji Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Yekitiya Jinên Ciwan û jinên ji hemû pêkhateyan, bên pêşwazîkirin.

Tê payîn ku di roja dawîn a çalakiyê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê û nûnerên TEV-DEM`ê û PYD`ê beşdarî çalakiyê bibin û dê bi daxuyaniyekê çalakî bê bidawîkirin.

Endama Akademiya Jineolojî Eliya Amara li ser girîngiya çalakiyê wiha axivî: “Ev kon îradeya her jineke azad rave dike. Bi vê çalakiyê jin bersivê didin siyasetên dewleta Tirk a faşîst û hemû dewletên xwedî zihniyeta baviksalar ên li dijî jinan. Her wiha bi rêya vê çalakiyê em dixwazin dengê her jineke azad bigihênin û bêjin ku îradeya jinan bi guleyên ku di laşê Nagîhan Akarsel de hatine valakirin, nayê şikandin.”

ANHA