Ji bo Jîna Emînî û jinên Îranê li Parlamentoya Ewropayê pora xwe birî

Endama Parlamentoya Ewropayê Abîr Sehlanî ji bo şermzarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgirîdayîna jinên Îranê li pêş her kesî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi kurdî û îngilîzî, pora xwe birî.

Ji bo Jîna Emînî û jinên Îranê li Parlamentoya Ewropayê pora xwe birî
5 cotmeh, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera Yekitiya Ewropayê Abîr Sehlanî di nava Parlamentoya Ewropayê de ji bo şermezarkirina qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û piştgiriya şoreşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî pêşkêşkirina gotarekê pora xwe birî.

Abîr Sahlanî di gotara xwe de wiha anî ziman: “Cesareta jinên Îranê 3 hefte ne berdewam dike. Jinên Kurd, Faris, Azerî û hemû pêkhateyên li Îranê ji bo bi destxistina azadiyê amadene canê xwe feda bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî bêdeng nemînin û li ser vê yekê helwest nîşan bidin. Ger na, wê pirsgirêka çewisandinên li ser jinê mezintir bibe.”

Abîr di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku heta jinên Îranê azadiya xwe bi dest bixin wê li gel wan bin. Pişt re bi Kurdî û îngilîzî dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kir û pora xwe birî.