Di êrişa duh a li Zirgan û Til Temirê de, jinek birîndar bû

Dagirkeriya Tirk duh bi tundî gundewarên rojavayê Hesekê topbaran kirin, di encamê de jinek birîndar bû, zirar bi mal û milkên welatiyan û avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de çêbûn.

Di êrişa duh a li Zirgan û Til Temirê de, jinek birîndar bû
5 cotmeh, 2022   09:16
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker topbarana li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, her wiha du bi tundî navçeyên Zirgan û Til Temir ên Hesekê topbaran kirin, di encamê de jinek birîndar bû û zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de çêbûn.

Di 24 saetên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî navçeya Zirganê heta bi navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Saet di 17:00’an de dagirkeriyê bakur, başûr û rojavayê Zirganê topbaran kirin û navend jî topbaran kir. Dûre saet di 18:00’an de gundên Dirdara û Eboş ên li bakurê Til Temirê yên li ser rêya navçeyê bi Zirganê ve girê dide topbaran kirin.

Di topbaranê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyên li Zirganê de çêbûn. Ji wan mala Îsmaîl Xişman, Mihemed Selîmo û mala Sefa Berxos ê li gundê Metmora.

Di topbaranê de jî welatiya bi navê Ayşar Hisên El Kemorî (23) a ji gundê Metmora yê bakurê Zirganê birîndar bû.

Li aliyekî din jî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navenda Zirganê hate topbarankirin û ev yek bi daxuyaniyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li ser malpera xwe duh dabûn, hate piştrastkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Mala welatiyan û navenda hêzên me li Zirganê duh, 4’ê Cotmehê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin. Ev topbarana ketûber berdewama siyaseta koçberkirinê ku dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmên me pêk tîne û ew yek li gel bêdengiya civata navneteweyî pêk tê."

Beriya topbarana duh, roja duşemê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê navçeyên Zirgan û Til Temirê topbaran kiribûn, di encamê de 4 welatî birîndar bûn û zirar bi milkên welatiyan de çêbûn.

(fr)

ANHA