Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêzin: Divê qetilkirina Nagîhan Akarsal were eşkerekirin

Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêzin bang li Kurdên li hemû Kurdistanê û derve bi hemû tevlêbûnên xwe yên siyasî kir ku helwesteke tund li dijî êrişên li ser jinên Kurd, çalakger û têkoşeran nîşan bidin, her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî sûca sûîqastkirina çalakger Nagîhan Akarsal lêpirsîn bike û aliyên kiriye eşkere bike.

Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêzin: Divê qetilkirina Nagîhan Akarsal were eşkerekirin
5 cotmeh, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Jin Kurdistan ji dagirkeriya diparêzin li ser şehîdbûna çalakger û aktevîst Nagîhan Akarsal di encama êrişekê de li pêş mala wê ya li Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê, daxuyanyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku li asta cîhanê kiryarên qetilkirinê yên li dijî jinên banga jiyan, azadiyê dikin bi taybet jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hîna zihniyeta şovenîst û dijminên azadî, jiyan û estetîkê bi xwînsarî jina têkoşer ku lêkolîn li ser jineolojiyê û mafên wê dikir, hedef digire.

Endama Akademiya Jineolojiyê û serokê edîtoriya kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsal li taxa Bextiyarî ya li Silêmaniyê sûîqast kir, bi wê re tev li şehîdên azadî û şehîdên şoreşa jinan bû.

Şehîd Nagîhan Akarsal ji çend salan ve di oxira azadiya gelê Kurdistanê de têkoşiya û rojekê jî ji bo şerê azadiyê li tevahî Kurdistanê dudilî nebû. Li Rojavayê Kurdistanê xebitî û kedên gewre di qonaxên şoreşa jinê de pêk anîn. Li qadên têkoşînê yên li Efrînê, Şengalê û hwd jî hebû. Her wiha çend salan di girtîgehên dewleta Tirk de hate ragirtin, bi jinên Başûrê Kurdistanê re di Nivîsgeha Kar û Barên Jina Kurd û Navenda Lêkolînan a Silêmaniyê de xebitî.

Em bang li gelê Kurd li tevahî Kurdistan û derveyî Kurdistanê dikin ku helwestekê li dijî êrişên li ser jinên Kurd ên çalakger û têkoşer nîşan bidin.

Hemwextî wê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku lêpirsînekê di doza sûîqastkirina çalakger Nagîhan Akarsal de pêk bînin, sûcdaran darizînin û aliyên ev sûc kiriye aşkera bikin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku sînorekî ji van sûcên li dijî hemû mîsaq û qanûnên navneteweyî ne deyne û êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi giştî û li dijî jinên Kurdisatnê bi taybet bi dawî bikin.

Em ê di têkoşînê de heta pêkanîna azadiyê dewam bikin, ne sûîqastkirin ne jî hemleyên qirkirina jinên têkoşer û çalakgerên siyasî yên xwedê fikrên azad nikarin me ji têkoşîna di oxira azadiyê de bi dûr bixin û dijmin nikare li pêş têkoşîna bibe bend û heta pêkanîna mafên rewa têkoşîna gelê me bi dawî nabe."

Asayîşa Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, duh ragihandibû ku kujerê çalakger û akademisyena Nagîhan Akarsal li parêzgeha Koyê di dehma hewldana reva ji Hewlêrê de girt.

(fr)

ANHA