Li Tebqayê navendeke tenduristiyê tê avakirin

Ji bo piştgirîdayîna warê tenduristiyê li bajarê Tebqayê û kêmkirina barê Nexweşxaneya Giştî, Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê dest bi avakirina navendeke tenduristiyê li taxa Ewil ya bajarê Tebqayê kir.

 Li Tebqayê navendeke tenduristiyê tê avakirin
5 cotmeh, 2022   07:55
TEBQA - SELAM KÊRWAN

Tevî zehmetiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û polîtîkayên dijminane yên li ser Rêveberiya Xweser a dorpêçkirina li ser herêmê û êrişên hovane yên berdewam ên dagirkeriya Tirk jî, lê saziyên xizmetguzariyê li hemû herêman xebatên xwe yên ji bo xizmeta gel didomînin.

Di destpêka Tîrmeha borî de Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, dest bi avakirina navendeke tenduristiyê li bajarê Tebqayê kir. Tê payîn ku di Mijdara bê de avakirina vê navendê bi dawî bibe.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Ubêd Mislim ji ajansa me re axivî. Mislim wiha got: "Ji bo sivikkirina barê nexweşxaneya nîştimanî, peydakirina pêdiviyên tenduristiyê yên xelkê û kêmkirina barê welatiyan piştî bihabûna heqdestê bijîşkan û buhabûna dermanan, em li ser avakirina navendeke tenduristiyê li Tebqayê dixebitin."

Mislim diyar kir ku di navenda tenduristiyê de wê ev beş hebin (beşa jinan, nexweşiyên hundirîn, dil, zarok, nexweşiyên çerm, aşlekirin û destwerdana lezgîn). Her wiha wê dermanxaneyek di hundirê avahiyê de were vekirin û dê xizmeta tenduristiyê bê pere ji hemû nexweşan re bê dayîn.

Di dawiya axaftina xwe de Mislim ev tişt anî ziman: "Yek ji planên me yên pêşerojê ew e ku em li gundê Ceber ê bakurê rojavayê bajarê Tebqayê, navendeke din a tenduristiyê vekin."

(hs)

ANHA