Şêniyên Qeremoxê, hêzên Rûsyayê berpirsê êrişên dewleta Tirk dibîne

Şêniyên gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê, hêzên Rûsyayê berpirsê êrişên dewleta Tirk dîtin. Her wiha destnîşan kir ku piştî dewriyeya Rûsyayê ji herêmê geriya, dewleta Tirk wan gundê wan dike hedef. Her wiha piştrast kir ku baregehên hikumeta Şamê li herêmên wan, bê sûd in.

Şêniyên Qeremoxê, hêzên Rûsyayê berpirsê êrişên dewleta Tirk dibîne
4 cotmeh, 2022   17:11
KOBANÊ

Şêniyên Qeremox têkildarî topbarankirina gund ji aliyê dewleta Tirk ve û firîna balafirên şer û bêmirov li ser sînorên kantona Kobanê, axivîn.

Şêniyê bi navê Deham Ismaîl destnîşan kir ku dewleta Tirk, rojane wan bi hawen û bomban hedef digire û got: “Duh balafirên şer li ser gund geriyan û deverên cuda li gundên derdora wê bombebaran kir. Her wiha dibistanên li herêmê kir armanc, ji ber vê yekê em zarokên xwe naşînin dibistanê. Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike ku zarokên me ji xwendinê bê par bimînin.”

Isamîl wiha domand: “Li ser serê me li hev kirin û hewl didin me tune bikin. Hebûna baregehên hikumeta Şamê bê feyda ye. Ew nikarin endamên xwe biparêzin. Çawa îdia dike ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê hatiye herêmê.”

Ismaîl, hêzên Rûsyayê tawan bar kir ku di êrişên li ser herêmê de ew alîkariya dewleta Tirk a dagirker dike û got: “Dewleta Tirk piştî hêzên Rûsyayê ji herêmê derdikevin, herêmê dike hedef. Ev ne tesaduf e, lê belê ev nîşan dide ku hevkariyek di navbera rûsan û tirkan de heye.”

JI BER TOPBARANÊN DEWLETA TIRK, ZAROKÊN ME NEKARIN XWENDINA XWE TEMAM BIKIN

Ebdulletîf Cezayir got: "Dewleta Tirk rojane herêmên me topbaran dike, ji ber vê yekê em li ser zarokên xwe ditirsin, ji ber ku dewleta Tirk zarokên me dike hedef."

Cezayir daxwaz kir ku dibistanên zarokan ên li nêzî baregeha hikumeta Şamê werin rakirin ji ber ku tê hedefgirtin û di encamê de zarokên wan nikarin xwendina xwe temam bikin.

Ebdulletîf Cezayir got: "Duh topbaran pir dijwar bû û balafirên şer digeriyan, top ji baregehên dewleta Tirk ên nêzî sînor ve dibarîn."

EM DÊ LI HEMBER ÊRIŞAN BISEKININ Û EM DEV JI AXA XWE BERNADIN

Şêniya bi navê Zehra Cezayir got: “Em gelek aştîxwaz in, me êrişî tu kesî nekiriye. Lê belê dagirkeriya Tirk hewl dide me ji axa me koçber bike û planên xwe yên dagirkeriyê li herêmê pêk bîne. Ji ber wê jî li ber çavê hemû dinyayê herêmên me bi top û balafiran dike hede. Lê em ji axa dernakevin û dê li ber xwe bidin.”

Zehra Cezayir wiha lê zêde kir: “Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk me topbaran dike, berê jî gelek caran em hatin topbarankirin, ku di encama topbarana herî dijwar de zarokê bi navê Ebdo Henîfî ji lingê xwe birîndar bû û malbata wî birîndar bû. Ji wê rojê ve em li ser zarokên xwe, ji topbarana dewleta Tirk ditirsin.”

COTKARAN HEDEF DIGIRIN Û RÊ LI BER AVDANA ZEVIYAN DIGIRN

652

Di heman çarçoveyê de, welatiyê bi navê Mesûd Îbrahîm wiha axivî: “Em wek cotkar di nav metirsiyê de ne, em nikarin zeviyên xwe nexasim ên garis ku mewsima berhevkirina wê nêzîk bûye, av bidin, her ku em nêzîkî zeviyên xwe dibin, artêşa Tirk a dagirker me gulebaran dike.”

Mesûd Îbrahîn bang li aliyên berpirs ên Rêveberiya Xweser kir ku dibistana zarokan ji cihê wê yê hemdem bibin cihekî din, ji ber ku jiyana zarokên wan ji ber êrişên dagirkeriya Tirk di metirsiyê de ye.”

Tê zanîn ku gundên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê yên rojava û rojhilatê bajarê Kobanê duh ji aliyê balafirên şer û dagirkeriya Tirk ve bi çekên giran hatin topbarankirin, her wiha îro jî li ezmanê kantona Kobanê balafirên şer û yên bêmirov geriyan.

(dm-mh)

   ANHA