`Kuştina çalakvanên Kurd kamployeke li dijî îradeya jinên azad e`

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê qetilkirina çalakvan Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bûyera qetilkirinê wek komployekê li dijî jinên azad bi nav kir.

`Kuştina çalakvanên Kurd kamployeke li dijî îradeya jinên azad e`
4 cotmeh, 2022   15:56
QAMIŞLO

Çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel li pêşiya mala xwe ya li taxa Bextiyar a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin.

Tê zanîn ku MIT’a Tirk ji Îlona 2021’an ve 5 welatparêz û têkoşer li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hedef girtin.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê bi daxuyaniyekê kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kir û hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember hedefgirtina çalakvanên Kurd wek berpirs nîşan da, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku zextê li hikumeta Tirk a dagirker bikin û komkujiyên wê yên li dijî Kurdan rawestînin.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê, Yesmîn Xelîl ve li parka Kongra Star a li rojhilatê navçeyê hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Gelên herêmê êdî planên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Başûrê Kurdistanê di serî de malbata Barzanî baş nas dikin, ku ew dixwazin komployên xwe yên qirêj ên ku ji 1998’an ve dema rêber Ocalan dîl girtine, dest pê kirine li dijî herêmê pêk bînin. Niha jî ew jinên ku zilm û zordestî nepejirandine û yên xwedî îradeya azad hedef digirin.

Hedefgirtina çalakvanên jin zêdetir bûn, ji ber ku azadiya jinan bingeha azadiya civakan e, ji ber wê jî em hedefgirtina Jîna Emînî, Zeyneb Sarûxan û îro çalakvan Nagihan Akarsel li Başûrê Kurdistanê, şermezar dikin.

Divê rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya (NY) zextê li hikumetên faşîst bikin û kuştina jinan rawestînin, ji ber ku jin jiyan e, em hemû Jîna, Zeyneb û Nagihan in.”

(mh)

ANHA