​​​​​​​Dewleta Tirk 2 gundên bakurê Til Temirê topbaran dike

Gundên Eboşê û Derdara yên navçeya Til Temirê bi çekên giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne topbarankirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk 2 gundên bakurê Til Temirê topbaran dike
4 cotmeh, 2022   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên Derdara û Eboşê yên bakurê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran dike.

Lê agahiyên dîtir der barê topbaranê û encamên wê de nehatin bidestxistin.

Nûçegihanê me eşkere kir ku topbaran heta kêliya amadekirina nûçeyê berdewam dike.

ANHA