Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin

Eşîrên Kurdî û Erebî yên navçeya Til Birakê ya Qamişlo, bi civîneke berfireh ku tê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Til Birakê beşdar bûn, destnîşan kirin ku ew amade ne li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
Eşîrên Til Birakê bi civînekê sekna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk teqez kirin
4 cotmeh, 2022   15:31
QAMIŞLO

Îro sêşemê, Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê û Meclisa Leşkerî ya Til Birakê, bi rûspiyên eşîrên Kurdî û Erebî yên navçeyê re, ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî û ewlehî li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, civîneke berfireh li dar xist.

Civîn li hola civînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê hat lidarxistin, tê de bi dehan rûspiyên eşîrên navçeyê, endama Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê, Evîndar Dêrik, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê, Şiyar Hesekê û endama rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Enwer Elî, beşdar bûn.

Destpêkê, endama Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê, Evîndar Dêrik, behsa rewş û geşedanên siyasî û leşkerî li herêmê kir nexasim êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û got: “Dewleta Tirk a dagirker hemwextî bêdengiya navneteweyî, hewl da bi hemû rêbazên qirêj û hovane xwe li herêmê ferz bike û wê kontrol bike. Me bêhtirî 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan, me şerê mezintirîn rêxistinên terorîst yên cîhanê, rêxistina DAIŞ’ê kir ku dewleta Tirk destekê dide wê,.”

Evîndar Dêrik wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk bi hin dewletan re ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser hevkariyê dike, têkildarî wê jî eşîrên Kurdî û Erebî roleke mezin di hişyarkirina civakê û eşkerekirina wê planê de lîst.”

Evîndar Dêrik destnîşan kir ku gelek pirsgirêk di aliyê aborî û jiyanî de hene û wiha pê de çû: “Em ê wan derbas bikin û tu carî dê bandorê li rê û armancên wan nekin.”

Di civînê de rûspiyên eşîrên navçeyê jî nêrînên xwe gotin, nêrîn bi giştî der barê pirs, pêşniyarî û daxwazên gel bûn ku ji aliyê endamên beşdar ve hatin bersivandin.

Der barê encamên civînê de, serokê Meclisa Eşîra El Cebûr, Zobe El Mulhim ji ajansa me re wiha axivî: “Ji mijarên sereke yên ku di civînê de hatin nîqaşkirin ewlehiya herêmê bû, ku dewleta Tirk hertim hewl dide bi hemû rêbazan wê têk bibe.”

El Mulhim destnîşan kir ku ew wek eşîr dê tu carî di parastina xak û rûmeta xwe de paş ve neçin û ew ê ji bo xaka vî welatî xwînê jî birijînin.

(mh)

ANHA