Meclisa Federal a Rûsyayê tevlêkirina xwe ya 4 herêmên Ukraynayê erê kir

Meclisa Federal a Rûsyayê tevlêkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporozhye yên Ukraynayê bo axa Rûsyayê erê kir.

Meclisa Federal a Rûsyayê tevlêkirina xwe ya 4 herêmên Ukraynayê erê kir
4 cotmeh, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Federal a Rûsyayê peymanên tevlêkirina Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporozhye bo Rûsyayê, erê kir.

Dê belge ji Kremlînê re bên veguhastin da ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îmzeya dawîn bike ku xebata tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê bo Rûsyayê bi fermî temam bibe. Ew herêm ji sedî 18 ji xaka Ukraynayê ne ku ji hêla navneteweyî ve tên naskirin.

(fr)