Zelensky biryarnameyek derxist da ku dan û standin bi Pûtîn re neyên kirin

Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelensky biryarnameyek li ser "pêkneanîna" tedbîrên dan û standinan bi serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re îmze kir.

Zelensky biryarnameyek derxist da ku dan û standin bi Pûtîn re neyên kirin
4 cotmeh, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, piştî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku 4 herêmên Ukraynayê tev li Rûsyayê dike, Zelensky biryarnameyeke “pêkneanîna” dan û standinan bi Rûsyayê re îmze kir. Kîevê ragihandina Rûsyayê wek sosreteke neqanûnî wesif kir.

Zelensky got: "Pûtîn wateya rûmet û şerefê nizane. Ji ber wê em ji bo diyaloga bi Rûsyayê re amade ne, lê bi serokekî din ê Rûsyayê re."

Li aliyekî din jî Kremlînê bersiv da û got: "Operasyona me ya leşkerî ya taybet li Ukraynayê, ger Kîev derbasbûna li dan û standinan bi dûr xist, bi dawî nabe. Ji ber pêdiviya dan û standinê bi her du aliyan heye."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamegeran re got: "Yan em ê li benda guhartina helwesta serokê niha bimînin an jî em ê li benda serokekî bê bimînin da ku helwesta xwe ji bo berjewendiya gelê Ukraynayê biguherîne."