Balafirek bê mirov li Silêmaniyê li wesayîtekê da -HATE NÛKIRIN

Balafirek bê mirov li ser rêya pira gundê Şêxel Marên ya nêzê bajarokê Zelanî ya ser bi navçeya Şarbajêr ve, wesayîtek bombe kir. Tê gotin birîndar hene.

Balafirek bê mirov li Silêmaniyê li wesayîtekê da -HATE NÛKIRIN
4 cotmeh, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojewnsʹê balafirek bê mirov û bi çek li ser rêya pira gundê Şêxel Marên ya navçeya Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê ve  bombe kir.

Der barê mijarê de qeymeqamê navçeya Şarbajêr Şaho Osman ji Rojnews re axivî û got; “Beriya saetekê balafirek bê mirov, li ser rêya pira gundê Şêxel Marên wesayîtek bombe kir. Tîmên ewlekarî û tenduristiyê ber bi cihê bûyerê ve çûne, lê ji ber balafira mirov li ser heman herêmê digere, nikarin xwe bigihînin cihê bûyerê.”