Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriya giştî da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serlêdan kir.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriya giştî da
4 cotmeh, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, ku 18 meh in agahiyê jê nagirin, serlêdan kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.