2 Nûçegehanên Çira TV li Şengalê hatin girtin

Li Şengalê 2 nûçegihanên Çira TV û ajokarê bi wan re, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin.

2 Nûçegehanên Çira TV li Şengalê hatin girtin
3 cotmeh, 2022   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku îro nêzî saet 18:00`an li ser rêya Qibayil ku ji aliyê Tilezêr derbasî Şengalê dibe 2 nûçegehanên Çira TV; Cîger Çelkî û Cîlan Hebabî û ajokarê bi wan re Farsi Casim ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin û ew birine baregaha artêşê ya li Şengalê.

Heya niha artêşê rê nedaya tu kes serdana wan bike û sedemê girtina wan bizane.

Çira TV; televizyoneke Êzdiyan e û fermiyeta xwe ji Iraqê girtiya. Ruxseta wê heye, li hemû Iraqê kar û xebatên xwe bimeşîne.