CPT di Îlonê de serdana girtîgeha Îmraliyê kir

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê îro têkildarî serdana xwe ya Tirkiyê ya di 20-29'ê Îlonê de daxuyanî da. CPT'yê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku serdana girtîgeha Îmraliyê jî kiriye.

CPT di Îlonê de serdana girtîgeha Îmraliyê kir
3 cotmeh, 2022   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) têkildarî serdana xwe daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê di 20-29'ê Îlonê de bi armanceke taybet serdana Tirkiyê kiriye û gotiye ku di serdanê de prosedura têkildarî binçavkirina biyaniyan, şert û mercên wan ên ragirtinê û dersînorkirina wan vekolandiye.

ÇÛYE ÎMRALIYÊ JÎ

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şandeya CPT'yê ji bo raçavkirina şert û mercên girtîgehê çûye girtîgeha Îmraliyê jî û di vê çarçoveyê de li ser fealiyetên civakî yên tên berpêşkirin û pêwendiya bi derve re hatiye sekinandin.

Şandeya CPT'yê di çarçoveya serdanê de hevdîtin bi wezîrê karên hundir Suleyman Soylû, serokê Îdareya Koçberiyê Savaş Unlu û rayedarên payebilind ên girêdayî Wezareta Karên Hundir (Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Peravê) re kiriye. Her wiha şandeyê bi cîgirê wezîrê dadê Akin Gurlek, midûrê giştî yê girtîgehan û rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve re jî têkildarî pêkanînan muweyîdeyan û girtîgeha Îmraliyê de axiviye.