​​​​​​​Şerê taybet bû mijara panela Yekitiya Ragihandina Azad li Helebê

Îro Yekitiya Ragihandina Azad a bajarê Helebê, paneleke diyalogê ji bo pênasekirina şerê taybet, cure, jêder û çavkaniyên wî û rola ragihandinê li hember wî, li dar xist.

​​​​​​​Şerê taybet bû mijara panela Yekitiya Ragihandina Azad li Helebê
3 cotmeh, 2022   15:11
HELEB

Di panelê de rojnamevan, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jinan a Sûriyê û Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî, beşdar bûn.

Panel li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket.

/ar/uploads/files/2022/10/03/130255_swzdar-rzkar.webp

Di serî de endama Yekitiya Ragihandina Azad a Helebê û nûçegihana Ronahî TV’ê, Sozdar Weqas, yekitî pênase kir û destnîşan kir ku armanca damezirandina wê parastina mafên rojnamevanan, pêşxistina ragihandinê û xurtkirina têkiliyên bi derve re ye.

ŞERÊ TAYBER Û NEYÊNIYÊN WÎ

/ar/uploads/files/2022/10/03/130219_amyn-alykw.webp

Piştre, endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê, Emîn Elîko, naveroka panelê diyar kir ku li ser şerê taybet, cure, jêder û çavkaniyên wî û rola ragihandinê li hember şerê taybet, nexasim ê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin bûn.

Emîn Elîko wiha axivî: “Şerê taybet ê ku niha tê meşandin ne klasîk, lê belê şerekî nerm e ku dijmin bi armanca têkbirina îradeya me û lewazkirina me, li dijî me dide meşandin.”

Emîn Elîko wiha domand: “Dijmin şerê nerm bi armanca bidestxistina encaman û pêkanîna armancên xwe bê ku amûrên hişk û leşkerî bi kar bîne, dimeşîne.”

RÊBAZÊN ŞERÊ TAYBET

Emîn Elîko diyar kir ku rêbazên şerê nerm ê naskirî bi bîr xistin û got: Propagandaya li dijî baweriya aliyê dijber û belavkirina tirsê di nav civakê de ye, her wiha derxistina tevlihevî, aloziya, xuyakirina serkeftina aborî, teknolojî û leşkerî, biçûkxistina hêza aliyê dijber, ev hemû rêbazên vî şerî ne. Li rex wê jî bi rêya lîstina rola reformker û xilasker, xapandina civakê.

Her wiha destnîşan kir ku yê armancgirtî di şerê taybet de hişê mirov anku hişê civakê ye.

ROLA RAGIHANDINÊ LI HEMBER ŞERÊ TAYBET

Elîko çend xalên girîng di çawaniya têkbirina şerê taybet de wek diyarkirina armancên şerê nerm û dûrketina ji berjewendiyên kesayetî anîn ziman.

Der barê wê yekê de, Emîn Elîko got: “Tiştê herî baş ji bo têkbirina şerê nerm ragihandin e, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

/ar/uploads/files/2022/10/03/130238_zynb-qnbr_1.webp

Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên panelê de rave kirin. Jê endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê, Zeyneb Qenber bû, ku got şerê taybet di mezinkirin û biçûkkirina kirîzan de roleke pir mezin dilîze.

Zeyneb Qenber di axaftina xwe de behsa hin amûrên guncaw ji bo têkbirina şerê taybet anîn ziman; wek perwerdekirin û zelalbûn diyalogê dûrî têgehên girêk û got: “Ji bo gihîştina rastiyê zelalkirin, ne windakirin gerek e.”

/ar/uploads/files/2022/10/03/130204_afyn-sydw.webp

Her wiha, endama Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD’ê, Evîn Seydo destnîşan kir ku pergalên desthilatdar ragihandinê wek çekekî şerê taybet bi kar tîne û got: “Ji bo berjewendiyên pergalên desthilatdar, wek olan ragihandin jî hat siyasetkirin.”

Evîn Seydo wiha lê zêde kir: “Bi rastî ji bilî ragihandina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweser, tu aliyên ragihandinê yên serbixwe tune ne.”

/ar/uploads/files/2022/10/03/130323_abd-alazyz-hmdwsh.webp

Her wiha, nivîskar û rojnamevan Ebdulezîz Hemdûş destnîşan kir ku çek tenê amûr e lê belê yê ku fikrê kuştinê di hişê kujer de diçîne ew kujer e, ev bi xwe jî armanca şerê taybet e.

Ebdulezîz wiha domand: “Tiştê ku mirov ji rêya wî derdixe şerê taybet e. Şerê taybet bi rêya gelek amûran, mirovan ber bi rêyên şaş ve dibe.”

(mh)

ANHA