Bi sedan jinan banga yekitiyê li dijî polîtîkayên qirkirinê kirin

Li Tebqayê bi sedan jin derketin xwepêşandanê û qetilkirina jinan ji aliyê rejîmên baviksalarî ve şermezar kir û bang li tevahî jinan kir ku li hember siyasetên qirkirinê bibin yek û tevahî binpêkirinan red bikin.

Bi sedan jinan banga yekitiyê li dijî polîtîkayên qirkirinê kirin
3 cotmeh, 2022   14:48
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêvberiya Sivîl, saziyên leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekiritya Jinên Ciwan, nivîsgeh û komîteyên jinan tev li xwepêşandana ku Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbya ya Tebqa û gundewarên wê orgenîz kiriye, bûn.

Xwepêşandan ji taxa yekemîn a li navenda bajêr dest pê kir û ber bi qada navenda Çand û Huner ve dewam kir. Her wiha bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbya ya Tebqa û gundewarên wê, rêvberiya Nivîsgeha Kombûna Semîra El-Heneş daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

''Rêzesûc û binpêkirinên li dijî jinan rojane li deverên cuda li cîhanê zêde dibin, her wiha jin rojane rastî çewsandina faşist a herî giran, siyasetên qirkirin û zihniyeta baviksalarî ê serdest tê û li hember wê tê dikoşe.

Gihaştiye astekî ku jin bi rê û rêbazên herî hov werin kuştin, her wiha ev sûcên hov, ne ji valahiyê hatiye, lê belê ji aliyê pergalên baviksalarî yên serdest ên ku şer û dagirkeriyê ava dikin, tên teşwîqkirin. 

Rêjîmên baviksalarî dibînin ku heke jin azad bibe dê li hember wan bisekine, ji ber vê yekê jî her dem hewl didin ku wê bi zanabûn tune û qir bike.

Qetilkirina jina Ermenî Anoş Apîtiyan ji aliyê artêşa Azerbeycanê ve ku bi cenazeyê wê lîst hemwextî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Îranê ve pêk hat, her wiha van sûcan raya giştî mijul kir û çirûska xwepêşandanan vêxist.

Sûcên dewleta Tirk li Sûriyê û diyar kirin ku dewleta Tirk a ku axa Sûriyê dagir kiriye ku xwedî  zihniyeta sûcdar e hevserokatiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêvberiya Xweser Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd şehîd xistin. Her wiha ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, rêvberî û sivîlan dike hedef.

Ji destpêka ku çirûska yekemîn a şoreşa Rojava veketiye de, jin heye û li hember dagirkeriya Tirk weke têkoşer û şoreşger disekine, her wiha hebûna dagirkeriyê bi tevahî rêbazan red kir û hewl da ku projeya neteweya demokratîk pêk bîne. Ev hemû li pêşiya firehbûna xewna osmanî bûye bend.

Em sûcên ku ji aliyê rêjîmên baviksalarî û dagirkeriya wê yê ku nehişt mirovahî aram bijî şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û jinan dikin têkildarî van sûcan lêpirsînê bike û sûcdaran muhasebe bike.

Em Bang li tevahî jinan dikin ku asta têkoşîna li hember siyasetên qirkirin û zihniyeta baviksalarî bilind bikin û hemû sûcan red bikin, ji ber ku van zihniyetên sûcdar ku li ser nefret û çewisandina jinan ava bûne, dê li hember azadiya jinan û civakan bibin asteng."

(dm)

ANHA