​​​​​​​QSD: Îdiayên şehîdxistina 10 şervanên me ne rast in

QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker derewandin ku dibêje di nava 2 rojan de 10 şervanên wan şehîd kirine.

​​​​​​​QSD: Îdiayên şehîdxistina 10 şervanên me ne rast in
3 cotmeh, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ên şehîdxistina 10 şervanên QSDʹê derew in.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker 30ʹê Îlona borî û 2ʹyê Cotmehê daxuyanî dan û îdia kir ku di wan rojan de 10 şervanên me şehîd xistine. Ev îdia ji rastiyê dûr in."

ANHA