​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê piştgirî da serhildana Rojhilatê Kurdistanê

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê, li bajarokê Babnisê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê, bi meşeke girseyî piştgirî da serhildana Rojhilatê Kurdistanê ku piştî kuştina jina ciwan Jîna Emînî,  dest pê kirin.

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê piştgirî da serhildana Rojhilatê Kurdistanê
2 cotmeh, 2022   15:43
ŞEHBA

Îro bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li qada bajarokê Babnisê yê kantona Şehbayê kom bûn.

Meş li stada bajarokê rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê, Zeyneb Xilo wiha axivî: “Tiştê ku desthilatiya Îranê li dijî Jîna Emînî kiriye, hovîtiya wê û hişmendiya zilam a qirkirina jinan û dûrxistina wan ji cewhera xwe, nîşan dide.”

Zeyneb Xilo wiha domand: “Li hember vê kiryara qirêj, em îro tevgereke şoreşgerî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibînin, li ser vê esasê jî em wek Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê piştgiriyê didin vê serhildanê.”

Zeyneb Xilo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku Îranê, ji ber vê kiryara wê ceza bikin.

Meş bi siloganên silavkirina serhildana Rojhilatê Kurdistanê bi dawî bû.

(mh)

ANHA