`Pergalên dîktator hewl didin şoreşan vemirînin beriya çirûska wan pêkeve`

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo aştî û ewlehiyê, sûcên domdar ên li dijî gelan û jinan pêk tên şermezar kirin . Her wiha got: “Pergalên girtî, şerê beşa zana ya civakê dikin ku hêvî dikin guhertinê pêk bînin û hewl didin wê parçe bike.”

`Pergalên dîktator hewl didin şoreşan vemirînin beriya çirûska wan pêkeve`
2 cotmeh, 2022   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo aştî û ewlehiyê têkildarî sûcên Tevgera Talîbanê li Efganistan û desthilata Îranê li dijî xwepêşandêran, dauxyaniyeke nivîsk da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piraniya rejîmên dîktator û faşîst ên ku dixwazin civaka kerî û fanatîzma kor ava bikin da ku ev civak li dijî zaliman serî bitewînin, di serî de bi armanca belavkirina nezaniyê şerê zanistiyê dikin. Tirs û xofê diçînin di hemû kesên ku hewl didin vê rastiya wan eşeke bikin. Ji ber vê yekê hewl didin çirûska yekemîn a şoreşê beriya ku bi rêya zanabûnê, baldariyê û têgihiştinê gûrtir dibe, vemirînin ji ber ku dizanin ji vir çirûska yekemîn a şoreşan destpê dike da ku guhertin, nûjeniyê û pêşketinê pêk were.

Hemû pergalên girtî û hişk, her tim şerê beşa zana dikin ku hêvî dike guhertinê pêk bîne. Yan di bin navê ol de yan jî bi derketina li ser adetan şerê wê dike û bi ajantiyê wê tawanbar dike. Da ku piştre parçe bike û rê li pêşiya şoreşê bigire beriya ku dest pê dike ku li ser xwe xetere dibîne.

Piraniya van pergalan xwedî îdeolojiyeke baviksalarî ya desthilatdariyê ne ku armanc dike jinan paşketî bihêlin, pê re civakê jî nezan bikin. Ji ber ger em bixwazin asta pêşketina civakekê nas bikin divê em li asta paşketina jinan binêrin. Îro rojane dîmenên li dijî mirovahiyê û hiqûqê li Efganistanê ji aliyê tevgera Talîbanê ve pêk tên. Ew zarokên keçîn ji perwerdeyê, kar mehrûm dike û rojane qeydan li ser bedena wê ferz dike. Ji xwe gelek pirtûkxane û malên zanistê şewitandin.

Ev rêbaz, hişt tundrawî û kîn zêdetir bibe. Yek ji encamên wê jî, di 1`ê Mijdarê de li rojavayê paytexta Efganistan Kabûlê li navendeke ezmûnan teqîneke xwekuj pêk hat, di encamê de zêdetirî 32 zarok hatin kuştin. Ev navend a kêmneteweya Hezare ya şîe ye.

Ev êriş rojane li Efganistanê rû didin ku di encamê de civak di nav çewisandin, zulm, terora rojane de dijî.

Pergalên serdest li herêmê ji hev ne cuda ne, kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Îranê bi destê polîsa exlaqê ya Îranê ku zihniyeta baviksalarî ji xwe re kiriye bingeh, hişt ku serhildanên mezin li Îranê li dar kevin û kursiya dîktatoriyê û pergala melalî hejand. Ev xwepêşandan û serhildan firehtir bûn û li zêdetirî 31 bajarên Îranê belav bûn, tê de hemû beşên civakê, pêkhate, ol û nijadên din beşdar bûn.

Di xwepêşandanên bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” li dar ketine de, banga hilweşandina dîktatoriyê hat kirin. Jinan pêşengiya serhildanan kir û destek ji jinan û civakê li ser asta cîhanê bi dest xist. Ji ber ku şoreşa bi destê jinan, teqez wê guhertinê pêk bîne û dîktatoriyê bi dawî bike. JI ber wê desthilata Îranê, bi şidetê bersiva van serhildanan da û di encamê de gelek qurbanî çêbûn.

Desthilata Îran di roja 14`an a serhildanê de li bajarê Zahdan yê parêzgeha Sîstan û Belûcistan komkujiyek pêk anî ku 36 xwepêşandêr hatin kuştin û 58 kesên din birîndar bûn. Her wiha li bajarên din jî bi hezaran kes hatin girtin. Li rex wê keça ciwan Mîka Şakaramî (17) heta mirinê îşkence kir û kuşt, piştî ku di xwepêşandaneke aştiyane de ew revand.

Pergala Îranê bi wê tenê nekir, lê belê bi moşekan êrişî herêma Sîdekan a bakurê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê kir û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan di nav de jineke ducanî hebû.

Em sûcên rojane yên ku tevgera Talîbanê li dijî mafên mirovan, zarokan û jinan şermezar dikin. Divê rê û rêbazên ewle bên dîtin da ku zarok û zarokên keçîn perwerdeya xwe li gorî metaryalên rêxistina mafên zarokan perwerdeya xwe bibînin.

Em siyaseta rejîma Îranê şermezar dikin ku çewisandin li dijî xwepêşandêran bi kar anî li şûna ku bi rêbazên aştiyane çareyekê bibîne û daxwazên xwepêşandêran pêk bîne nexasim guhertina siyaseta hişk a li dijî jinan û azadiya wan pêk bîne.

Em jinên li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê piştgiriya berxwedan û serhildana li Îranê dikin ku jin pêşengiya wê dike û hêvî dikin ku destkeftiyên şoreşa jinan pêk werin ku dê pê re civaka Rojhilata Navîn bi pêş keve.

Bi boneya salvgera sêyemîn a Serhildana Teşrînê, em berxwedana gelê Iraqê pîroz dikin û hêvî dikin ku daxwazên wan pêk werin ku hegemoya partiyên olî li ser jiyana giştî ya gel raweste, ewlehî û aramî lê pêk were û pêşerojeke geş jê re xêz bibe.”

(şx)