Jinên li Til Temirê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Jinên li Til Temirê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew li dijî qanûnên navneteweyî û cîhanê ne û banga girtina qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafirên dewleta Tirk kir.

Jinên li Til Temirê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
2 cotmeh, 2022   10:31
HESEKÊ

Bi dehan jinên li Til Temirê, endamên saziyên sivîl, hevjîn û dayikên şehîdan li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî mijarê daxuyaniyek da, endama rêveber a meclisê Sena Hemod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan şermezar dikin. Ev tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Ocalan ferz kiriye, bi armanca têkbirina berxwedana gelê me ye û li dijî hemû qanûnên navneteweyî û cîhanê ne.

Bila Erdogan mirovatiyê ji rêber Ocalan fêr bide, dema ku ji Sûriyê derketiye û di nava dewletan de geriya, da ku çi êrişek li sûriyê pêk neyê yan jî tu kes li herêmê şehîd nekeve.

Em êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov û hedefgirtina pêşengên şoreşê, jinên berxwedêr, sivîlan û bêdengiya dewletên garantor şermezar dikin.

Divê civata navneteweyî bi hemû sazî û rêxistinên xwe qada hawayî ya herêmê bigirin û Artêşa Nîştimanî ya Sûrî û hikumeta Erdogan, ji ber pêkanîna wan a sûcên dermirovî, bixe lîsteya terorê."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina şehîdan û berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA