​​​​​​​Panorama hefteyê: Siwêdayê pêşniyara Şamê red kir, Sedr nameyên dualî dide hevrikên xwe

Hikumeta Şamê ji bo vekirina naveneke "çareseriyan" li Siwêdayê û tunekirina komên çekdar pêşniyarek pêşêkêş kir. Berpirsê navenda ragihandinê ya Tevgera Rîcal El Kerama diyar kir ku ew nahêlin tu kes projeyan li dijî berjewendiyên welatiyan bi cih bîne.  Li aliyekî din civîna parlamentoya Iraqê bê tevlihviyên ewlehiyê derbas nabe.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Siwêdayê pêşniyara Şamê red kir, Sedr nameyên dualî dide hevrikên xwe
2 cotmeh, 2022   04:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî bal kişand ser rewşa Siwêdayê, aloziya siyasî ya li Iraqê û hilbijartinên li Lubnanê.

‛HIKUMETA ŞAMÊ ‘ÇARESERIYAN’ JI BO DOSYAYÊN LI SIWÊDAYÊ PÊŞNIYAR DIKE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsand: "Duh sibehê li naverasta bajarê Siwêdayê teqînek çêbû. Kesên nenas bombeyeke destan avêt nêzî navenda çandê ku roja pêncşemê tê de civînek di navbera şandeya hikumeta Şamê, şêxên durzî mîna Cerbo, Hemod El Henawî, kesayetên partî, serokên ol û civakê û nûnerên ji komên çekdr ên ji Siwêdayê de li dar ketibû. Şandeya hikumeta Şamê jî ji gerînendeyê rêveberiya îstîxbarata giştî ya Sûriyê Husam Loqa, wezîrê karên hundir Mihemed Rehmon, esfer û kesayetên siyasî pêk dihat. Di civînê de şêxê durzî Hikmet El Hecerî û rêveberê Tevgera Rîcal El Keramê ku yek ji komên herêmî yê navdar li Siwêdayê ye, amade nebûn.

Berpirsê Tora Siwêda 24 Reyan Marûf ji rojnameyê re got piştî banga hikumeta Şamê ji Siwêdayê re civîn hate lidarxistin. Da ku di civînê de dosyayên ewlehî nîqaş bikin, gilî û çareseriyan pêşkêş bikin. Şandeya hikumetê, pêşniyar kir ku navendekê "lihevkirinan" di çend rojan de li parêzgeha Siwêdayê ji bo kesên dixwazin rewşên xwe yên ewlehî çareser bikin, kesên neçûn leşkeriyê û yên revîne, were vekirin. Her wiha dema paşxistina leşkertiyê bidin kesên lihevkirin pêk anîne û wan ji cezayên qanûnî efû bikin, lê şert e ku piştî dema paşxistina leşkeriyê bi dawî bibe, leşkeriya xwe bikin.

Husam Loqa diyar kir ku divê komên herêmî yên çekdar werin helandin û çekên neruxsetkirî ji wan werin kişandin, desthilata dewletê li parêzgehê bi alîkariya civaka herêmê were aktîfkirin û rola zabîteya edlê ji saziya polîsan û ewlehiya cinayetê werin aktîfkirin, nuqteyên kontrolkirinê yên polîsan werin belavkirin, rola dadgeriyê were geşkirin û erebeyên nerêxistinkirî werin dîsîplînkirin.

Li hember wê, hin ji rûspiyê Siwêdayê di civînê de got kêmasî ji aliyê hikumetê ve hene, rola dewletê ya piştgiriya welatiyan tune ye. Dosyayên ewlehî yên li Siwêdayê asê mane, girêdayî rewşên ewlehî, aborî û debarê ne. Divê desthilata şaxê ewlehiyê were rakirin, dadgeheke zelal were dabînkirin û xebat li ser başbûna rewşên xizmetguzarî û debarê were kirin.

Li ser pêşniyarên şandeya hikumetê, berpirsê baskê ragihandinê yê Tevgera Rîcal El Keramê Ebû Teymor got tevger nahêle tu aliyek çi projeyê yan jî pêşniyarekê li dijî berjewendiyên welatiyan pêk bîne. Divê çare li ser asta Sûriyê be ku rewşên debar û aborî werin çareserkirin, girtî werin berdan û dest bi lihevkirineke nîştimanî ya giştî û rasteqîn li hemû Sûriyê bê kirin. Li kêlek wê jî divê şerê gendeliyê di saziyên dewletê were kirin, şaxên ewlehiyê destê xwe rake û xetereyên komên terorîst werin bidawîkirin.ʹʹ

‘PEYAMÊN DUALÎ YÊN SEDR LI HEMBER ‘PEYMANA GENDELIYÊ’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Hemwextî civîna parlamentoya Iraqê ku tê de îstifakirina Mihemed El Helbûsî nehat pejirandin, moşek li herêma derdorê ketin. Bi sedan alîgirên Tevgera Sedr jî berê xwe da Herêma Kesk ku xuya bû ev tevger ji berê de hatibû plankirin.

Aliyên siyasî dibêjin dihat texmînkirin ku Sedr ji nû ve alîgirên xwe kom bike da ku rê li ber peymanê bigire, ew jî avakirina hevbendiyeke ji hêzên Çarçoveya Hemahengiyê û pêkhateyên sunnî û Kurd e.

Heman alî dibêjin ku tiştê nedihat texmînkirin avêtina moşekan li Herêma Kesk bû û ev yek bi geşedaneke xeternak bi nav kirin ku dibe welêt ber bi krîzeke ewlehiyê ve bibe. Her wiha diyar dikin ku zehmet e bê zanîn bê ka kî li pişt wê gavê ye, ji ber ku berjewendiyên hemû aliyên krîzê di geşedaneke bi vî rengî de heye.

Di êrişa hemwextî civîna parlamentoyê de 7 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn, hemû rêyên diçin Herêma Kesk hatin girtin û çûn û hatin li otombîl, motorsîklêt û kamyonan hat qedexekirin.

Çavdêr dibînin ku hişyariyên fermandarekî Tevgera Sedr ên piştî êrişê, ji bo Hevbendiya Rêveberiya Dewletê ye.

Çavdêr her wiha destnîşan dikin ku refleksa Sedr dihat texmînkirin ku dê zû bi zû proseya siyasî ya ku wî ji dîmenê siyasî li welêt derxe, qebûl neke.

Her wiha diyar dikin ku tevgera alîgirên Sedr, hişyarî ye û li bendê ye bê ka dê di rojên pêş de çi bibe.”

‛KAXIZA SPÎ DI HILBIJARTINÊN SEROKATIYA LUBNANÊ DE BI SER DIKEVE’

Li ser rewşa Lubnanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Parlamentoya Lubnanê duh di hilbijartina serokkomarekî nû de bi bin ket. Di dengdayîna li ser hilbijartina serkkomarekî nû de kaxiza spî serwer bû.

Serokê Meclisa Nûneran Nebî Berî di navbera Nîsana 2014’an û Cotmeha 2016’an de banga lidarxistina zêdetirî 44 civînan kiribû. Lê di civîna 45’an de ku di 31’ê Cotmeha 2016’an de li dar ketiye, Mîşêl Ewn bû serokkomar, ew jî piştî 2 sal û nîvan ji valahiyê.

Ji bo bersivdana banga ji nişka ve ku Nebîh Berî kiriye, rûniştina yekemîn ji bo hilbijartina serokê 14’an ji komarê re bi beşdariya 122 parlamenteran ji tevahiya 128 parlamenteran li dar ket. Li gel temambûna mafê qanûnî yê lidarxistina dewreya hilbijartinê ya yekemîn ku 86 parlamenter amade bûn, encamên dengdayînê wiha bûn; Mîşêl Ewn; 36 deng, Selîm Ide; 11 deng, kaxizên spî; 63, kaxizên betal bûne; 12.

Berî rûniştin heta demeke nediyar taloq kir. Lê şert kir ku di civîna bê de lihevkirin hebe. Dê civîn di navbera 10-15 rojan de li dar bikeve.”